HAK-PAR, PSK, PWK Li Stenbolê Pêşewa Qazî Mihemed û Şehîdên Kurdistanê Bi Bîr Anîn

‘’ Em Pêşewa Qazî Mihemed û Hevalên Wî bi Rêzdarî bi Bîr Tînin’’

HAK-PAR (PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN), PSK (PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ), PWK (PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ) roja 28.03.2026ê li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê de civînek li dar xistin û Pêşewa Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn.

Li gel endamên HAK-PAR, PSK, PWKyê, nûnerê Tevgera Azadî ya Kurdistanî li Sûrîyê Mustafa Abdo, Serokê HEZKURDê Sûphî Ozgen, ji Rojhilatê Kurdistanê Dr. Xalid Amedî û rewşenbîr û sîyasetmedarên kurd  beşdarî çalakîyê bûn.

Rêvebirê PSKyê Bahattîn Tûran moderatorîya civînê birêvebir. Civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpêbû.

Paşê Serokê Teşkîlata Stenbolê ya HAK-PARê Hakan Yildiz bir kurdî daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PSK, PWKyê xwend.

Nûnerê  Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor jî di derbarê girîngîya Komara Kurdistanê, Pêşewa Qazî Mihemed û tesîra wan ya li ser doza azadîyê ya li  her çar perçeyên Kurdistanê de nirxandinek kir.

Di berdewamîya çalakîyê de Dr. Xalid Amedî di derbarê mijara civînê de axaftinek kir, helbestvan û sîyasetmedarê kurd Abdulmecît Kapazan jî helbestek xwend.

Civîn di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas pêk hat.

Ev jî daxuyanîya hevbeş ya HAK-PAR, PSK, PWKyê ye:

 

Em Pêşewa Qazî Mihemed û Hevalên Wî bi Rêzdarî bi Bîr Tînin

Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, berî 79 salan, di roja 31.03.1947an de ji alîyê Dewleta Îranê ve li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê hatin îdamkirin.

Komara Kurdistanê, berî 80 salan, di roja 22.01.1946an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, li Meydana Çarçirayê ji aliyê Serokkomar Qazî Mihemed ve hatibû ragihandin. Wê rojê li Meydana Çarçirayê nûnerên her çar parçeyên Kurdistanê jî amade bûn.

Di roja 17.12.1946an de, careke din bi dagirkirina bajarê Mehabadê ji aliyê Dewleta Îranê ve Komara Kurdistanê hat rûxandin.

Komara Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê de ezmûneke mezin e ku mirov pê şanaz dibe.

Piştî rûxandina Komara Kurdistanê, Serokkomar Qazî Mihemed û hevalên wî ji aliyê Dewleta Îranê ve hatin girtin û darizandin. Pêşewa Qazî Mihemed bi parastina xwe ya li Dadgeha Îranê de, di eslê xwe de Dewleta Îranê ya mêtinger û dagirker darizand û doza Kurdistanê bi rûmetî parast.

Dadgeha ji pîvanên hiqûqê dûr û şiklî, biryara îdamê da Qazî Mihemed û hevalên wî; ev biryar di roja 31.03.1947an de hat bicihanîn.

Jiyan, kesayet, sekin, wesiyet a Pêşewa Qazî Mihemed û parastina wî ya li dadgehê, di rastiyê de nexşerê û hişmendîya  Kurdistanî pêşkêşî me dike. Wesiyet û parastina wî, îro jî wezîfeyên me yên dîrokî û neteweyî nîşanî me didin.

Qazî Mihemed dibêje; xwedî li Alaya Kurdistanê derkevin.

Qazî Mihemed dibêje; xwedîlêderketina li hebûna neteweyî ya kurdan û Kurdistan û mafê çarenûsîya gelê me bikin bingeha siyaseta xwe.

Qazî Mihemed dibêje; dijminatiya hev nekin û nebin pêlîstika kesên ku dixwazin we tune bikin.

Qazî Mihemed dibêje; wek milet û gel, bila hevkarî, tifaqa navxweyî, yekîtî û alîkariya we kêm nebe.

Qazî Mihemed dibêje; rêzê li keda wan kesên ku di rêya azadîya Kurdistanê de jiyana xwe feda kirine, ked dane û têkoşîn meşandine bigrin û xwedî li nirxên wan derkevin.

Serokkomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed, ku texmîn dikir Dewleta Îranê dê êrîşî Komara Kürdistanê bike, hinekî berî girtina xwe Alaya Kurdistanê teslîmî rêberê neteweyî yê Kurd û yek ji fermandarên leşkerî yên Komara Kurdistanê, General Mele Mistefa Barzanî kiribû.

Ji roja ku Alaya Kurdistanê radestî Mele Mistefa Barzanî hat kirin û vir ve kedkarên têkoşîna azadîya Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê tu carî nehiştine ev alaya li erde bikeve. Nuha ew ala li ser Parlamena Herêma Federe ya Kurdistana Başûr li ba dibe.

Îro, di navbera Amerîka-Îsraîl û Dewleta Îranê de şerek berdewam dike. Eşkere ye ku ev şer ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê hem fersendan hem jî rîskan di nav xwe de dihewîne.

Lê belê, nevîyên Qazî Mihemed û mîratgirên têkoşîna wî, wek 6 partî, bi "Hevpeymanîya Partîyên Siyasî yên Kurdistana Îranê" ku li Rojhilatê Kurdistanê ava kirine, bi prensîbên neteweyî û Kurdistanî biryara yekkirina hêzên xwe li dijî Dewleta Îranê girtine. Em piştgirîya vê tifaqê dikin û hêvî dikin ku ev tifaq hîn berfirehtir bibe û veguhere destkeftiyekê ku gelê me li Rojhilatê Kurdistanê mafê çarenûsîya xwe û mafê bidestxistina statuyeke siyasî li welatê xwe bi dest bixe. Em bi hemû hebûn û hêza xwe radigihînin ku em li cem xuşk û birayên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Tu şika me jê tüne ye ku gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê dê rojekê dîsa li Mehabadê, li Meydana Çarçirayê, mizgîniya ragihandina Komara Kurdistanê bide Pêşewa Qazî Mihemed û hemû şehîdên Kurdistanê.

Erê, gelê Kurdistanê dê Qazî Mihemed û şehîdên Kurdistanê ji bîr neke. Sekna birûmet û wesiyeta Qazî Mihemed îro jî riya me di têkoşîna azadiyê de ronî dike.

Di 79emîn salvegera îdamkirina wan de, em Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

HAK-PAR (PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN)

PSK (PARTÎYA SOSYALÎST A KURDISTANÊ)

PWK (PARTÎYA WELATPARÊZÊN KURDISTANÊ)

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Êrîşa Li Ser Mala Rêzdar Nêçîrvan Barzanî Şermezar Dikin
Li Kirmaşanê êrişa bi mûşekan: 8 mirî
Sûdanî êrişa li ser mala Nêçîrvan Barzanî bi tundî şermezar kir
Kirmaşan û Urmiye jî di bin agir de ne: 13 welatiyên sivîl hatin kuştin
Amarên mehekê: Herêma Kurdistanê bi 460 dron û mûşekan hat armanckirin