Guterres: Ger girjî zêdetir bibin ew ê pevçûn li hemî herêmê belav bibin

.

 Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî, roja Yekşemê li ser girjiya di navbera Îsraîl û Filistînê de dicive.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, berî civînê bang li hemî alîyan kir, da ku pevçûnan demildest rawestînin.

Guterres da zanîn, ger girjî zêdetir bibin, ew ê pevçûn li hemî herêmê belav bibin.

Herwiha bal kişand, hejmareke sîvîlên zarok hatine kuştin û got, ew pevçûn dikarin bo temamê herêmê metirsiya ewlekarî û kêşeya mirovî çêkin.

Sekreterê Giştî yê NYê eşkere kir, divê hemî alî bo qedandina pevçûnan rê li ber navbeynkarîyê vekin û got, bi tenê çareseriyeke sîyasî dikare li herêmê aştiyeke mayînde çêke.

Hêjayî bîrxistinê ye, Nûnera Amerîka ya li NYê Linda Thomas Greenfield, ji Twitterê diyar kiribû ku Amerîka dê bo kêmkirina girjiyê dîplomasiya di asta bilind de bimeşîne.

Rojhilta Navîn Haberleri

Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê
Hemasê bersiv da: Gelo dê çekên xwe deyne?
Li Siwêdayê 560 kes winda ne
Li Siwêdayê komîte hatin avakirin
Almanya, Fransa û Îngiltere wê di siyaseta Rojhilata Navîn de bi hevkarî gav davêjin