Guterres Dibêje Rewşa Cîhanê Wisa Nameşe

.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres îro Sêşemê ji rêberên cîhanê re got rewşa cîhanê wargî nameşe.

Guterres li Civata Giştî ya NY’ê di serê axaftina xwe de got ku ew nikarin wisa dewam bikin.

Wî dîyar kir ku hin hikûmet bêcezabûneke wisa his dikin ku ji alîyê sîyasî ve berevanîya wê nabe û ji alîyê ehlaqê ve jî nabe ku were tolere kirin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê ser şerên li Ukrayna, GAza û Afrîqa got ku hiqûqa navneteweyî tê binpê kirin û alîyên hiqûqê binpê dikin hişyar kir.

‘’Dikarin welatekî din dagir bikin, dikarin hemî civakan tune bikin yan jî dikarin aramîya gelên xwe bi temamî paşguh bikin û ewê tiştek jî nebe.’’

Wî dîyar kir ku ew bi taybetî jiber girjîya Îsraîl û Hizbulaha Lubnanê ketiye fikaran.

Guterres got ku divê ew ser gurbûna girjîya tedbîran bistînin û dîyar kir ku gelên herêmê nikarin Gazayeke din rakin.

Bi berdewamî, Guterres ser guherîna îqlimê û mafên mirovan, kêşeyên pêşveçûnûn û guherandina sîstemên sazîyên navneteweyî axifî.

Jêder: Reuters

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne