Gunther Krichbaum: Federaliya li Sûriyeyê ne cudahîxwazî ye

.

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Ewropayê Gunther Krichbaum got, “Sîstema birêvebirina navxwe mafê her welatî ye û federaliya li Sûriyeyê ne cudahîxwazî ye.”

Wezîrê Dewletê yê Almanyayê yê Kar û Barên Ewropayê Gunther Krichbaum derbarê sîstema rêveberiyê ya li Sûriyeyê ji Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê re axivî.

Gunther Krichbaum derbarê federaliya li Sûriyeyê got divê gelekî bi hestiyarî li ser vê mijarê rawestin ku wekî cudahîxwaziyê neyê fêmkirin.

Wi her wiha da xuyakirin ku diyarkirina sîstema birêvebirina navxwe mafê her welatî ye.

Krichbaum li ser pirsa Ala Şaliyê ya “Derbarê wê gotina dibêje ku federalîzm ji bo Sûriyeyê sîstemeke ne guncav e, nêrîna we çi ye? Her wiha hûn dixwazin çawa alîkariya Kurdan û pêkhateyên Sûriyeyê bikin?” wiha got:

“Her dewleteke serwer divê pirsa rêxistina xwe bi xwe çareser bike.

Derbarê peyva federalîzmê pêwîst e mirov hişyar be ku ew ne wekî cudahîxwaziyê were fêmkirin.

Yekkirina komên cuda, civak û eşîrên cuda di dewleteke wekî Sûriyeyê de astengeke mezin e.

Ev yek dê paşerojê bibe erkeke mezin, ji ber ku tenê wê demê dê ji bo wê dewletê aramiya pêwîst peyda bibe.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin