Gumrika Kurdistanê biryareke Bexdayê ya derbarê deriyê Îbrahîm Xelîl de red dike

.

Rêveberiya Giştî ya Gumrikan a ser bi Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê biryara dawî ya Desteya Gumrikên Iraqê de, daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew biryar nayê cîbicîkirin.

Rêveberiya Giştî ya Gumrikan a Herêma Kurdistanê bertek nîşanî daxuyaniyeke Desteya Gumrikên Iraqê da. Desteya Bexdayê li ser malpera xwe ya fermî ragihandibû, divê kelûpelên xurek û dermanan di sîstema " Asycuda" de werin tomarkirin û bac û xercên wan ji bo hesabê gumrikên Iraqê yên li deriyê Îbrahîm Xelîl werin razandin.

Rêveberiya Gumrikê ya Herêmê destnîşan kir, ev biryara Bexdayê li dijî xala 8emîn a biryara jimare 569 a Encumena Wezîran a Hikûmeta Federal e. Di wê yasayê de hatibû tekez kirin ku xercên gumrikê divê li wan nivîsgehan werin girtin ku kelûpel jê têne hawirdekirin. Herwiha hat diyarkirin, ev biryara nû bêyî ti hevahemgiyekê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de, Rêveberiya Giştî ya Gumrikan hemû bazirgan, karsaz û kompanyayên derman û xurekê piştrast kirin ku rêkarên li Deriyê Sînorî yê Navdewletî yê Îbrahîm Xelîl wekî berê ne.

Hat ragihandin, gumrik bi heman mekanîzma berê û di çarçoveya yasa û rênimayên niha yên Herêma Kurdistanê de karên xwe dimeşîne û ti guhertinek di awayê girtina bac û xercên gumrikê de çênebûye.

Kurdistan Haberleri

Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên
Li Dêra Protestan ya Mêrdînê Danasîna Pirtûkekî Dîrokî, Kurdên Xristîyan