Gumanbarê sereke yê kuştina Hekîm Luqman hat desteserkirin

.

Gumanbarê serekê yê Hekîm Luqman bi derbên kêrê kuştiye û 6 kesên din derbarê bûyerê hatin desteserkirin.

Hekîm Luqmanê ji Dihokê li Stenbolê bi kêrê hat kuştin.

Piştî bûyerê ekîbên Buroya Kuştinê ya Rêveberiya Şaxa Ewlehiyê ya Stenbolê dest bi lêkolînê kir.

Di lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku di pêvçûnê de kesê kêr bi kar aniye Hayrettîn O. ye.

7 kes hatin desterserkirin

Medyaya Tirkiyeyê ragihand ku gumanbarê serekê yê ku Hekîm Luqman bi kêrê kuştiye li navçeya Fatîhê li mala ku xwe lê veşartibû hat desteserkirin.

Herwiha karmendê ewlehiyê yê tevlî bûyerê bûye Ugur Y. jî li Beşîktaşê hat desteserkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê bûyerê de 5 kesên din ên mala Hayrettîn O. bûn, hatin desterserkirin.

Lêpirsîn berdewam dike

Derbarê bûyerê lêpirsîna berfireh berdewam dike.

Pismam û xizmên Hekîm Luqman ji Rûdawê re dabû zanîn ku ew ji ber axaftina bi Kurdî hatiye kuştin.

Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz bi rêya hesabê xwe yê Xê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû.

Cevdet Yilmaz gotibû ku gotinên bi rengê “Karsazê Dihokî tenê ji ber ku bi zimanê xwe yê dayîkê axiviye hatiye kuştin” ne rast in û provokasyon in.

Yilmaz her wiha gotibû, “Gumanbar welatiyekî me yê ji Êlihê ye. Li gorî lêkolînên destpêkê ti pêwendiya bûyerê bi axaftina bi Kurdî re nîne.”

Muhsîn Tewfîqê pismamê Hekîm Luqman ragihandibû:

“Hekîm bi telefonê li gel xizmên me yên Brîtanyayê diaxivî û ew hatin wekî bêjin kafir in û wan li me xist.

Ez bi Tirkî nizanim lê Hekîm dizanî, wî got ev heqaretê li me dikin. Paşê hemû hatin û wan êriş kir.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin