Gulale bi fermî bû navçe: Kurd li dijî biryarê ne

.

Nahiya Gulaleyê ya ku di nav sînorên parêzgeha Diyalayê ya Îraqê de ye û yek ji herêmên nakok ên Madeya 140î ye, bi fermî bû navçe.

Rayedarên Kurd ên li herêmê diyar dikin ku ev biryar li dijî destûrê ye.

Biryara navçebûna Gulaleyê roja pêncşemê ji aliyê Serokê Encumena Parêzgeha Diyalayê Omer Kuruyî ve bi fermî hat ragihandin.

Kuruyî di peyameke vîdeoyî de diyar kir, piştî ku daxwaza wan gihîşt Bexdayê û Wezareta Plandanînê ya Îraqê, biryar bi fermî hat dayîn.

Omer Kuruyî anî ziman, “Ji bo ku rê li ber navçebûna vê derê were girtin, li pişt perdeyê gelek komplo hatibûn kirin.”

Herêmeke nakok a Madeya 140î ye

Gulale berê nahiyeyeke navçeya Xaneqînê bû.

Ev herêm di çarçoveya Madeya 140î ya Destûra Îraqê de wekî "herêmên nakok" tê naskirin.

Statuya îdarî ya herêmê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê de hîn nehatiye çareserkirin.

'Biryar li dijî yasayan û destûrê ye'

Berpirsê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Xaneqînê Şêrko Tewfîq ji Rûdawê re axivî û destnîşan kir ku ev biryar li dijî yasayan û destûrê ye û anî ziman:

"Gulale di nav sînorê Madeya 140î de ye.

Ji ber vê yekê nabe ku destkarî di sînorên wê yên îdarî de were kirin."

Encumena Parêzgeha Diyalayê 31ê Kanûna Paşîn a 2024an jî ji bo navçebûna Gulaleyê deng dabû lê wê demê partiyên Kurdistanî bi tundî li dijî vê yekê derketibûn.

Şêrko Tewfîq diyar kir ku ev biryara nû dê rasterast bandorê li çarenivîsa îdarî û hilbijartinên herêmê bike.

Tewfîq her wiha bal kişand ser guherîna demografîk a li herêmê û anî ziman, "Sala 1975an ji sedî 75ê şêniyên nahiyeyê Kurd bûn."

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin