"Guftûgoyên endambûna Tirkiyê ji bo YE xeyalên dîplomatîk in”

Serokwezîrê ji Partîya Sosyal Demokrat a Avusturyayê Christian Kern, ewê hewl bide ku pêvajoya endambûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê(YE) bi dawî bibe.

Serokwezîrê ji Partîya Sosyal Demokrat a Avusturyayê Christian Kern, ewê hewl bide ku pêvajoya endambûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropayê(YE) bi dawî bibe.

 Serokwezîrê Avusturyayê Christian Kern di hevpeyvînek xwe de ragihand ku, pêvajoya guftûgoyên endambûna Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewrûpayê xeyalên dîplomatîk in û pêwîst e ev pêvajo were sekinandin. Ji ber ku şert û mercên demokratîk bi tena serê xwe têr nake.

Kern got ewê vê mijarê di zîrveya Yekîtiya Ewropayê ya 16’ê Îlonê de ligel Serokên Ewrûpîyan  biaxive.

Serokwezîrê Avusturyayê berî niha jî derbarê Tirkiyê de daxuyaniyên tund dabû û diyar kiribû ku, Tirkiye ji aliyê aborî ve pêwîstiya wê bi Yekitiya Ewropayê heye. Ger Tirkiye dijîtiya Yekîtiya Ewropayê bike, ewê aboriya wê têk biçe. 

Avrupa Haberleri

Li Almanyayê dema hilbijartinan e: Banga ji bo Kurdan
Li Şingalê hêzên ewlehiyê dê ji nû ve bên bicihkirin
Yekîtiya Ewropayê ji bo reforman bangî hikûmeta Îraqê kir
Welatên Schengenê êdî wê mohrê li pasaportan nexin
Dronên Rûsyayê ketin nav sînorên 3 welatên Ewropayê