Grûpên çekdaran 150 darên zeytûnan li Efrînê dibirin

Grûpên çekdar bi piştevanîya hêzên Tirkîyê, bi armanca koçberkirina welatîyên Efrînê, zulm û zordarîyê li wan dikin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar Cebhe El Şamîyê li gundê Kefir Mizê yê Efrînê 150 darên zeytûnan a welatîya bi navê Hemîde Reşîd Hemdûş birîn.

Ragihand jî, grûpa Sultan Silêman (Emşat) tevî ku meha bûrî 300 ta hezar Dolarî li her maleke gundê Qermîlq ferz kiribû, niha careke din baca 40 hezar Dolarî li wê gundî sepandîye.

Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê dîyar dike, hêzên Tirkîyê û grûpên çekdaran, bi armanca welatîyên Efrînê bi neçarî koçber bibin û plana guhartina demografî bich bînin, zulm û zordarîyê li Efrînîyan dikin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de, artêşa Tirkîyê û grûpên çekdar ve, ji bilî ku destê xwe danîne ser dehezaran darên zeytûnan, bi hezaran darên xelkê jî birîne û şewitandine.

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist