Grûpên çekdar 10 welatîyê Efrînê revandin

Grûpên çekdar ên Efrîn dagîr kirine bi armanca koçberkirina xelkê Efrînê, welatîyên Efrînê bi bihaneyên cuda direvînin û pereyan ji wan distînin û mal û milkên wan didizin.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa Lîwa El Şimal duhî bi ser gundê Kolîka yê navçeya Mabeta de girt û bi bihaneya pişknînê derbasî hejmarek malan bûn û dest bidizîyê kirin û du welatîyên bi navê Mustefa Mihemed Silêman û Îbrahîm Mihemed Mustefa revandin.

Da zanîn jî, grûpeke çekdar û Îstixbarata Tirkîyê duhî welatî Hesen Hesen Kolîko yê ji gundê Memila li navçeya Cindirêsê bû revand.

Ji alîyekî din ve, grûpa Semerqend bi ser gundê Delay ê navçeya Mabeta de girt û 5 welatîyên bi navê Mustefa Hemûdî, Fexrî Hemûdî, Ehmed Çawîş, Ehmed Imo û Ebdulkerîm revandin, piştî du kesan ji wan her yekê 140 hezar Lîreyên Sûrî dan, berdan.

Wê rêxistina mafên mirovan belav kir jî, grûpeke çekdar li gundê Zêtûnekê yê navçeya Şera welatî Rohilat Mihemed ji 17ê vê mehê revandîye.

Dîyar kir jî, rêbenda li gundê Kefir Cenê îro welatî Reşîd Menan Hemdoş revand.

K24

 

Siyaset Haberleri

Baregeha Barzanî: Di Foruma MERIyê de nûnertiya parçeyên din ên Kurdistanê nehatiye kirin
Du nav û du alfabeyên cuda li Elegeza keleha Kurdî: Kurdî û ‘Êzidîkî’
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist