Bexdayê jî xurme zef in, ji me ra çi ye!
Bexşandin, bîhna guleka pelçiqandî ye ku bi pehnîyê ve zeliqîye.
Bext, bextê pêşîn e; bextê paşîn, cawê hêşîn e.
Bext, bextê pêşî ye; ê paşîyê rûreşî ye.
Bext, bextê pêşîn; war, warê hêşîn.
Bext, bextê pêşîyê; ê paşîyê, rûreşî ye.
Bext, bêwext e.
Bext, bayê sera ne; şuxul, pîşê keran e.
Bext hebe, text bi xwe tê.
Bext heye, qismet tune ye.
Bext, kela mêra ye.
Bext, nadim bi text.
Bextewarî, aştî û azadî û nan û saxîya can e.
Bextîyarî, li te bû neyarî.
Bextreşî, bext tune.
Bextreşî, bext tune.; çû mêrga, mêrg tune, çû ser kanîyê, kanî tune.
Bextê dê, cihêzê qîzê.
Bextê xayînan, tune ye.
Bextê xelkê reş e, yê min reş û beş e.
Bextê xwe xira meke.
Bextê mêran, gûza pûç e; pira şikestî ye.
Bextê mêra ji mêra naçe.
Bextê mêran, zêrê zer e.
Bextê mêra, zêr e.
Bextê merîya hebûya, çavekî merîya bila tûnebûya.
Bextê mirov, bi destê mirov e.
Bextê mirov xerab be; diranê mirov di pelokê(şîranîyek e) da dişikê.
Bextê mirovî xerab be; di zikê çarşîyê da kûçik tên mirov.
Bextê nêr, ker jî dike nêr.
Bextê pêşîn, warê hêşîn.
Bextê reş, mirov dike nexweş.
Bextê reş, mirov nexweş dike.
Bextê reş, merîyan bernade.
Bextê reş tim yê xwedî ye.
Bextê Romê nîne.
Bextê sêwîyan hebûya; dayîk û bavên wan nedimirin.
Bextê sêwîyan ne reş bûya; roja eydîyê zikê wan nediêşîya.
Bextê siftê, zêr e; bextê paşê bi ro da here.
Bextê şeva tarî tune.
Bextê te hebê, pisîkê te ê nêçîrvan be.
Beza bergilê zû xelas dibe.
Beza hespê namûsa sîyaran (sûwaran) e.
Beza kalê, heta palê.
Beza kêrguhê (keroşk), heta ber derî ye.
Beza pisîkê, heta kadînê ye.
Bezandin jî heye, lihevhatin jî heye.
Bezê sipartîye pisîkê.
Bêbextî ji derba qurşûnê xirabtir e.
Bêbextîya neke ku tu bêbextîyê nebînî.
Bêhna bavan, tê ji apan.
Bêhna dê, tê ji xaltîyê.
Bêhn û tama mirinê ye, pîrîtî.
Bêder, bi ba tê bakirin; bi tifaqê tê rakirin.
Bêdera bêxwedî, ji mirov ra nabe bêder.
Bêdera dereng, nabe xurê xwedî.
Bêdera hîvê fire ye, şilî li pey e; bêdera hîvê teng e, şilî dereng e.
Bêdera ku çêlek ser bigere, ew çi bêder e?
Bêbawerî, valayî ye.
Bê delîl, mirov naçe cenetê.
Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zalima xwar neke.
Bê dev, xeber nayên tev.
Bê dê dibe, lê bê welat nabe.
Bê emrê Xwedê, pel ji darê naweşe. (nakeve)
Bê feyde, bavê mirov nakeve ba dîya mirov.
Bêxîret, bêbext in.
Bêgore, bêtore.
Bêgore, bêtore; bêtiman (bêtûman), bêîman.
Bêgumanî, bêîmanî ye.
Bêhevîrtirş, hevîr tirş nabe.
Bênder bi bayê, dîlan bi şênahî çêdibe.
Bênder bi bê, bûk bi berbî.
Bêwaro, bêkaro.
Bê des(t)mêj, nimêj nabe.
Bê havên, mast çênabe.
Bê havên şîr qeymax nagire.
Bê himhim çênabe!
Bê ilm, zanebûn tune.
Bê kan (kanîya qezenckirinê), malwêranî ye.
Bêxîret, bêbext in.
Bê siûd di nav şûvê ra çû, darê pembû di qûnê ra çû.
Bê text dibe, bê bext nabe.
Bêhna bihiştê, naçe pozê bêxîretan.
Bêhna bêxîretan, fireh e.
Bêhna dîyan tê ji xaltîyan.
Bêhna mirinê tê ji pîrîyê.
Bêhntengî, ji qûntengîyê ye.
Bêhn û tama mirinê ye, pîrîtî.
Bêje, bêje; zimanê te dirêj e!
Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kî yî.
Bêje rast, razê rast.
Bêjin lal e, nebêjin tiral e.
Bê mêrekê neçe dîwana mîrekê.
Bê pirsa pîrekî, neçe dîwana mîrekî.
Bê nan û dew, xeber nayê hev.
Bê nan û dew, gotin êdî hew.
Bê qatix şîr havên nagire.
Bê pîrek meçe dîwana mîrek; tu´yê bikevî qeyd û zincîrek.
Bê serwerî girara pir nakele.
Bê Xwedê be, ne bê xwedî be.
Bê Xwedê dibe, bê xwedî nabe.
Bêkes e, ne kes e.
Bêkesî, kirasek ji êgir e.
Bêzanînî li dijî ulm e.
Bêzirav, emirdirêj in.
Bêziravo û emir dirêjo.
Bê zurne direqise.
Bêş hat li ser maldaran, avêtin li ser feqîr û jaran.
Bêşa maldaran, davêjin ser xizan û jaran.
Bêşerm, kirin hebanan, lingê xwe di hingilan ra derxistin.
Bêterê bêtertir hene.
Bêterê bêteran jî heye.
Bêtifaqî ket malekê, pergala wê malê hildiweşe.
Bêyî mala me, bibîne halê me.
Bêyî mala me, tu yê bibînî halê me.
Bêyom(bêoxir, bêqudîş), bêpar e.
Biavêje pişt, belkî jê derbikeve tişt.
Biavêje pişt ku bibe tişt.
Biaqil, bi fêla xwe; bêaqil, bi gotinên xwe.
Biaqil, difikire û dibêje; bêaqil, nafikire û dibêje.
Biaqil, karê xwe bi dînan dikin.
Biaqil, xwe ber bayê dînan naêxin.
Bi alastinê, zik têr nabe.
Bi ardê kewarê, bi ava newalê; em ê bixwin heta biharê.
Bi barek Qur´an sond bixwe; kes jê bawer nake.
Bi belkî, mezel bi dest nakeve.
Bi benê dînan, danekeve bîran.
Bi benê xam (xav), xwe bernedin binê bîran.
Bi benê pîrê, xwe bernede bîrê.
Bi benê şeytên, damekeve binê bîrê.
Bi ber bayê kesî nekeve.
Bi ber bayê her kesî mekeve.
Bi berê sivik, xelk qûna xwe dadimalê.
Bi berxîtî, têr şîr nexwar; bi kavirî têr gîha nexwar.
Bi bêxemîtî, mirov nagihîje axatî.
Bi cir be, bera bi gawir be.
Bi çar qurişan dikire, bi sê qurişan difiroşe.
Bi çavekî li min binêre; ez ê bi her du çavan li te binêrim.
Bi çavgivaştinê, çav teng nabe.
Bi çavgirtinê, çav teng nabe.
Bi çirên çavan û dilopên pozan, mal nacive.
Bi çûkî bi goçê ra dimeşî; gava mezin bû, li kerê siwar kirin.
Bi dareke digire, hezar devî dihejîne.
Bi darê zorê, qencî nabe.
Bi darê zorê, pîrê dixine bîrê.
Bi darê zorê, tu tişt nayê pêş.
Bi darê zorê, xweşî nabe.
Bi darê zorê, xweşqurbankî nabe.
Bi darê zorbetîyê, evîn nabe.
Bi darê zorbetîyê, muhbet (xweşîtî) nabe; darê zorbetîyê, zû dişke.
*Jibo gotinê pêşiyan xwendevan dikarin li beş 1 binêrin