GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-2

Hêvîjêkirineke, divêt bihêt gotin, ku xwe ne bi helbestê, lê bi ramanên siyasî ve, ku ji aliyê hemî komên hev-û-din napejirînin ve bihên pejirandin, eleqedar dike.

Bi saya helbestê ye ku ev meşa li ser bayî ji bo min pêkan e.  Ez  binavkirina wê li vir di cîh de dibînim, çimkî ber kurtedemekê min rêzek nivîsandibû, tê de min ji xwe (û her kesê guhdar) daxwaza “meşa li ser bayî, heta ligel pênebaweriyê jî,” kiribû.  Lê ez helbestê hîn bilindtir dinerxînim, çimkî dikare rewşekê biafirîne ku neynika rastiyeke derveyî be û di heman demê de bi hestê hindirîn yê helbestvanî ve girêdayî be, mîna çûn-û-hatina pêlikên ava satila me ber bi navendê û ber bi derve ve pêş pênceh salan, rewşeke wisa ku em dikarin tê de xwe bigihînin radeyeke pîvana ligor berhevkirina wan salên em tê de mezin bûnî; rewşeke weha ku tê de hemî babetên şehweta di rewshenbîriyê de û meraqa hestan dikaribin bihên têrkirin.  Bi gotineke din, ez nerx didim helbestê ji ber ku ew helbest e, lê di heman demê de ji ber ku ew hacetekî alîkariyê ye, çimkî têkliyeke hêsan û parêzmend di navbera navenda hişên mirovî û doraliyên wî de pêkan dike, di navbera zarokê li pêş derziya radyo bi peyva “Stokholm” ve dinihêrî û peyayê nuha li Stokholm di vê civîna gellekî pîroz de pêrgî rûyê mirovan dihêt de.  Ez wê bilind digirim ji ber ku ew layiqî nerxdanê ye, di dema me de û di her demê de, ji bo duristiya wê bi jiyanê re, bi hemî xwebêja vê gotinê.

 

BIXWÎNIN

GOTARA HELBESTVANÊ ÎRLENDÎ SEAMUS HEANEY (1939-2013) DEMA WERGIRTINA XELATA NOBEL YA WÊJEYÊ (1995)-1

 

*                     *                     *

 

Wek destpêk, min hewce bi wê rastiya erênî hebû da ku piştpêgirêdaneke bi bawerî bi dest xînim, û ez weqa dilşad bûm dema helbest wek hacetê herî rasterast bi min ve xewan kir, hacetê ku di cîhana xwe de di warê nûneriya rolê, piştgiriyê û lihemberderketinê de cîhê pêşeng digire.  Hîn wek şagirtekî xwendegehê min ji helbesta stranê ya John Keats Payîz” hez dikir, ji ber leyiztina rola xiznequtiyeke di navbera zimên û hestê de; wek ciwanekî min ji Gerard Manley Hopkins hez dikir, ji ber bihêzbûna qîrînên wî yên ku di heman demê de hestên şabûn û janê diafirandin, hestên ku ber xwendina berhemên wî min nedizanibû ku li nik min hene; min ji Robert Frost hez dikir, ji ber duristiya wî ya cotyarekî û xasûkiya wî ya di cîhê xwe de; û ji Chaucer jî, bêtir ji bo heman sedeman.  Ez ê dû re rastî duristiyeke bi şêweyeke din bihêm, duristiya moralî ku ez ber bi xwe kişandim û dê her bikişîne, di helbestên cengê yên Wilfred Owen de, helbestên ku tê de hestnazikiya nûdemekê diêşe û hovitiya (barbarism: wergêr) sedsala nû xewan dibe.  Û hîn dû re, di encama sade ya stîla Elizabeth Bişop de, di enatiya di helbestên Robert Lowell de, di lihemberderketina di helbestên Patrick Kavanagh de, ez rastî bêtir sedemên bawerbûna bi hêz-û-pêkaniya helbestê hatim ku dikare tiştê diqewime ragihîne, “dil bi planêtê bişewitîne” heke “xwe bi helbestê ve mijûl neke.”

 

 

Ragîhandina vê bîr û baweriya şexsî derheqê hunerekê de ku yeke di warê xwe de grîng e bi tecrûbeya jidaybûn û mezinbûna li Bakurê Îrlendeyê ve girêdayî ye û bi wê yekê ve ku ez ligel wê şûnê mam, tevî ku  bîst û pênc salan li derve cîhwar bûme jî.  Niye li cîhanê warekî wek vî warî ku weqa bi payîbûn û realîzma xwe serbilind e; niye warekî xwe wek wî xwedan xibreteke derbarê rexnegiriya li zêderetorîkê (zêdebikarhanîna beyan û belaxeta zimanî: wergêr) yan mezinkirina hêviyan de bibîne.  Wisa, ta radeyekê bi encama jîna ligel van helwestên ku bûnî beşekî ji min, û ta radeyekê bi encama afirandina çermekî xweparastina ji wan, min bi salan xwe ji dewlemendî û firehbelavbûna berhemên helbestvanên ji hev cuda, ji Wallace Stevens bigir ta Rainer Maria Rilke, nîvdûr û nîvparastî hîşt; min nerxdaneke ne di cîh de da kûrlêniherîna kirîstalî ya Emily Dickson, tevahiya wan brûskên şaxpirr û qelşên hevtêkel; û ez ji xeyalperweriya tewrbêgane ya Elliot bêhay mam.  Û van şêwelêniherînên kêm-zêde merbendkirî bi nepejirandina ku bila ji bo helbestvanî rêdaneke ji ya hemwelatiyên din serbestir bihête dayîn hişktir bûn;  û hîn bi ser ve pêwîstiya ku mirovê helbestvan ligor rewşeke ku têde zorbikarhanîna bi siyasetê ve girêdayî berdewam û bawerî û hêvîjêkirina xelkê karê xwe bike.  Hêvîjêkirineke, divêt bihêt gotin, ku xwe ne bi helbestê, lê bi ramanên siyasî ve, ku ji aliyê hemî komên hev-û-din napejirînin ve bihên pejirandin, eleqedar dike.

 

Di nav şert û mercên wisa de hîn jî hişên mirovî li pê wê yekê ne ku xwe bi wî tiştê ku Samuel Johnson bi xwebaweriyeke pirrbilind wek “cîhdîtina rastiyê” bi nav dike şa bikin, ligel haydariya mirovî ji bêaramiya şêweya kar û lêgerînên xwe jî.  Bêyî hewcedariya bi hînkirindaneke ramyarî hestê haydariyê zû pê dihese ku di wî de axiftinên cudamebest digihên hev.  Zarokê di odeya razanê de di heman demê de guhdare zargotina herêmî ya malbata xwe ya îrlendî û zargotina fermî ya xwendekarê dezgeha radyoya înglizî dikir û di heman demê de li kêleka wan herduyan haydare tiştine din dibû, ew zaroka hîn di wê demê de derbarê tevlihevbûna şêweya pêşejiyana xwe ya berbextî de dihat fêrkirindan, pêşerojeke ku divabû wî tê de cudaramanên derheqê prensîpên exlaqî, bedewperestî, moralî, siyasî, pîvanî, şikdarî, çandî, babetî, sîmbolî, paşkolonyalî de ji hev derxistana û va yeka, dema mirov hemiyan bi hev re bide ber çav, tiştekî nepêkan e.  Wisa, di nîvê salên heftêyan de min xwe di xaniyekî dinî biçûk de dît, îcar li devera Wicklow ya li başûrê Dublin, ligel malbateke ciwan ku ya min bi xwe bû û radyoyeke ji ya berê piçekî kêmtir bi heybet, û min guhdare dengê barana bi ser daran de dihat xarê û nûçeyên teqîna bombeyan li cîhên nêziktir ji mal - ne tenê yên ku IRA (Rêxistina Hêzên Îrlendî yên Komarî: wergêr) li Belfast didan teqandin lê herweha yên ku Milîsên ji bo kiraltiyê piştgir li bakur bi heman radeya hovşêwe li Dublin didan teqandin.  Çawa ku min xwe di salên 1930an de bi xwendina mentiqa trajêdî ya serpêhatiya Osip Mandelstam (Helbestvanekî rûsî ye, di sala 1891ê de li Warso ji day bûye û tête gotin di 1937an de di kampeke girtiyan de li Rûsistanê miriye: wergêr) di rewşeke aloz de bêhêz dît, li vir jî min xwe wekî li hember teheddîyekê hest kir, tevî ku hestê şernexwaztinê li nik min her bi îsrar domand jî, dema min, wek nimûne, bihîst ku hevalekî nemaze dilnerm ji hevalên min yên rojên xwendinê bêyî bihêt dadkirin hatiye girtin bi gumana ku ew hevbeşê kujtineke siyasî bûye.  Tiştê ku dilê min li dû vê bûyerê li pê bû ne istiqrareke aram, lê mişextbûneke aktîv bû ji dehfa “relatîvîzmê” (teoriya ku dibêje rastî û zanistî tiştên nisbî ne û xwebêja wan ligor demê û ligor kesan tête guhertin: wergêr), rêyeke nerxdayîna helbestê bû bêyî tirs û lêborîn.  Min di helbesteke di bin navê “Exposure” (daxuyakirin, raberkirin, riswakirin: wergêr) de wê demê nivîsand:

 

Xweziya bi latekî stêrrijekê bihatama!

Lê li ser pelên terr di rê de me,

Tev qaqil û beratetiştên li dû payîzê manî.

Di xeyala min de bokeyekî

Li ser zeviyekî celbî heye,

Diyariya wî wek kevirê ji kevirkaniyekî bipejiqe

Hawara bêhêvîmayan e.

Çawa bû ku ez gihîştim vê rewşê?

Car li dû carê bi bîr dihînim

Bedewşîretên cewherî yên hevalan

Û sindanmêjiyên hinekên heznekir

Dema dîsan û dîsan dixim pîvanê

Berpirsiya xwe di sirgûniya xembar de.

Ji bo çi?  Ma ji bo guhan?  Ma ji bo xelkê?

Ma ji bo gotinên li paş deriyan?

Baran ji nav kînyazan dihêt xwarê,

Nizmdengên wê yên xêreber bi kerrî

Li ser hêvîşkandin û maşandinê dibêjine,

Û ligel wê jî her çîlikek bi bîr dihîne

Gişçakewesfên almazê.

Ne dîl im ez, ne jî ajan im;

Penaberekî hindirîn im,

Pordirêjekî berbext û ramyar;

Daniştvanekî daristanan,

Ji qetliyamekê reviyaye,

Rengparastinê bi kar dihîne

Li hember qurm û qaqilî,

Her şêwe bayê radibe hest dike.

Ew, yên ku van pizotan dipijiqînin

Ji bo hejargermahiya wan,

Wenda kirin mizgînxêrê ku

Di jiyanê de dihêt carekê,

Û firtlêdana doçstêrkê bezatir bû.

(Ji:  “North” - Bakur: Wergêr - )

 

 

Di yeke ji wan helbestên ku ji aliyê xwendekarên nifşê min de gellekî baş dihatin nasîn de, helbesteke ku mirov dikare bibêje hillikê tevgera sîmbolîzmê di forma kapsûlekê de xistibû heyînê, helbestvanê emerikî Archibald MacLeiş geş dike ku “pêwîst e helbest hevbera rastiyê / ne rastiyê be.”  Wek gotineke bi wêrekî ku helbest xwediya pêkaniya diyarkirina rastiyê ye lê bi şêweyeke xûzkirî, ew daxuyaniyeke hem bawerîafirmend û hem jî duristker e.  Lê carine hene ku hewcedariyeke kûrtir tête holê dema em ji helbestê dipên ku ne tenê bi rastiya xwe me dilşad bike, lê herweha di heman demê de hikmetyar be, ne tenê cudarêyeke veciniqandinê be ji bo cîhanê, lê herweha cardinzivirandina cîhanê bi xwe be.  Em dixwazin va veciniqandina wek ew kuta bêhntengiyê ya ku ji nişkan ve wêneyê li sehneya têlvizyonê vedigerîne livger be, yan wek şoka elektirîgê be ya ku dilê lerizok li lêdana durist vedigerîne.  Em tiştê ku jina li Lenîngradê di rêza girtiyan de li pê bû dixwazin, jina ku ji sremayê qefilî bû û ji tirsan bi kustepist diaxift, jana terora recîma Stalîn dikişand û ji helbestvan Anna Akhmatova(9) dipirsî, ger bikiribûya bi karê wesifkirina tevahiya rewşê rabûya, heke hunera wê têre xuyakirina tevahiya wêneyê dikir.  Û ev daxwaza bû ku min di nav şert û mercên gellekî hêsantir de li devera Wicklow hest dikir dema min ew rêzên li jor nivîsandin, daxwaza helbesteke wisa bû ku bikaribûya ji heqê tiştê ku min dixwazt têxim wesfê derketa, berhemeke ku “rastiya bandora realîteya derveyî diyar bikira û ...  haydar e hest û baweriyên hindirîn yê helbestvanî bûya.”

 

Wergerandina ji înglizî: Shahînê Bekirê Soreklî

 

Wê bidome…

 

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye