Gorekî bikom ê Êzidiyan li Şingalê hat dîtin

.

Çalakvanê mafên mirovan Tehsîn Şêx Kalo îro (Yekşem, 21ê Îlona 2025ê) dîtina gorekî din ê bikom li qezaya Şingalê ragihand, bi vî awayî jî hejmara giştî ya gorên bikom ê ku piştî derxistina DAIŞê ji wê qezayê hatine dîtin gihîşt 93 gorên bikom.

Tehsîn Şêx Kalo di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, “Tîmên taybet ew gor li devera Cezîreyê li başûrê Şingalê dîtiye, ku bermayîkên yek ji qurbaniyan hatine derxistin û nasnameya wî tê naskirin. Kolandin berdewam e, herwesa tê pêşbînîkirin ku zêdetir qurbanî bên dîtin, ku li sala 2014ê ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.”

Navbirî amaje jî da, “Piraniya qurbaniyên di wî gorî de jin û zarok in û bi kom hatine kuştin.” Herwesa got, “Tiştên ku heta niha hatine dîtin tenê pareke kêm ji mezinahiya wê karesatê nîşan didin, ji ber ku bi hezaran Êzidî heta niha winda ne.”

Wê çalakvaniyê tekez jî kir, “Dibe ku bi kolandin û pişkinînên berdewam zêdetir gor eşkere bibin, ev jî balê dikişîne ser asta wan tawanan ên ku DAIŞê li dijî civaka Êzidiyan li Şingalê û deverên derdora wê kirine.”

Ji piştî rizgarkirina Şingalê li sala 2015ê ve, tîmên şareza yên navxweyî û navneteweyî ji bo kolandina gorên bikom ên ku ji hêla DAIŞê ve hatine çêkirin dixebitin, bi her kolandinekê re jî zêdetir asta wê karesata mirovî ya ku bi serê Êzîdiyan hatiye eşkere dikin.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin