Gola Urmiyeyê bi temamî ziwa bû

.

Gola Urmiyeyê ya li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilata Kurdistanê ku yek ji golên herî mezin ên şor ên cîhanê ye, bi temamî ziwa bûye.

Di dîmenên satelaytê yên ku di medyaya Îranê de hatine weşandin de ti şopeke golê xuya nake.

Rayedarên Îranê hişyarî dabû ku eger ji pirsgirêka ku ji ber hişkesaliyê derketiye re çareseriyek neyê dîtin, Gola Urmiyeyê ya li bajarê Urmiyeyê heta dawiya havînê dê bi temamî ziwa bibe.

Asta ava Gola Urmiyeyê 2003yan ji ber hişkesaliyê dest bi kêmbûnê kiribû û gol sala 2013an jî rastî metirsiya ziwabûna tam hatibû.

Vejandina golê, yek ji sozên hilbijartinê yên serokkomarên ku dihatin ser kar bû, bi taybetî jî yên Hesen Ruhanî.

Her çi qasî Birêvebiriya Tehranê ji bo vegerandina golê ya li ser rewşa wê ya berê bi budçeyeke 6 milyar dolarî projeya herî mezin a jîngehê ya welêt dabe destpêkirin jî ji ber hişkesaliya li welêt encama ku dihat xwestin bi dest neket.

Ziwabûna Gola Urmiyeyê ku yek ji mezintirîn golên şor ên cîhanê ye, bandoreke neyînî li ser jiyana xelkê derdorê jî dike ku debara xwe bi çandinî û ajaldariyê dikin.

Li welêt ji bo vejandina golê dem bi dem xwepêşandan jî dihatin lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir