Girtina Esmer Hemîdî, stranbêja Kurd a xelka Xurasanê ji aliyê hêzên ewlehî ve

.

Hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, Esmer Hemîdî, çalakvana çandî û hunermenda ciwan a Kurd û xelka bajarê Mane û Semelqan ê ser bi parêzgeha Xurasana Bakur binçav kirin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, 29ê Mijdara 2025an, hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bi ser mala Esmer Hemîdî, çalakvana çandî, stranbêj û hunermenda ciwan a xelka bajarê Mane û Semelqan ê girêdayî parêzgeha Xurasana Bakur de girtin û ew binçav kirin.

Li gorî çavkaniyên agehdar, ev hunermenda ciwan piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û rûpela wê ya Instagramê jî, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye daxistin.

Esmer Hemîdî ku yek ji hunermendên ciwan ên warê muzîka Kurdî li Xurasanê û herwiha yek ji jinên çalak ên warê çandî ye, berê jî ji ber çalakiyên xwe yên medenî, beşdarbûna di bernameyên çandî de û anîna ziman a nêrînên xwe yên rexneyî, ji aliyê saziyên ewlehî ve hatibû gazîkirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek serast derbarê sedemên girtin, tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin û çarenivîs û cihê ragirtina Esmer Hemîdî li ber dest nîne.

Çavkanî: Hengawê Kurdî

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin