Girtîgeha Diyarbekirê hat valakirin

.

Girtîgeha Diyarbekirê ku piştî derbeya leşkerî ya 1980 tê de êşkenceyên giran li Kurdan hatibû kirin, beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nava rojekê de hat valakirin.

 Girtîgeha Diyarbekirê ku piştî derbeya leşkerî ya 1980 tê de êşkenceyên giran li Kurdan hatibû kirin, beriya serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di nava rojekê de hat valakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 9ê Tîrmeha 2021ê de di serdana xwe ya Diyarbekirê de gotibû ku ew ê Girtîgeha Diyarbekirê bigrin û wê derê bikin muzexane û navendeke çandî.

Recep Tayyip Erdogan li ber avahiya Parêzgariya Diyarbekirê derbarê Girtîgeha Tîpa E ya Diyarbekirê de gotibû: “Îro ez dixwazim mizgîniyeke xweş bidim we. Em Girtîgeha Diyarbekirê ya ku navê wê bi zilm, êşkence û pêkanînên dijmirovî ve girêdayî ye, vala dikin û weke navendeke çandê pêşkêşî we dikin. Wezareta me ya Dadê di vî warî de amadekariyên pêwîst dike. Bi vî awayî em bîreweriya xerab a Diyarbekirê ji holê radikin.”

Erdogan roja şemiyê 15ê Cotmehê dê serdana Diyarbekirê bike û beriya serdana wî, di nava rojekê de 270 girtî û 170 xebatkarên li Girtîgeha Diyarbekirê, bo girtîgeha din a bajêr hatin veguhastin.

Girtîgeha Diyarbekir di nava 10 girtîgehên herî hov û herî xirab ên cîhanê de cih digire ku li ser dîwarê dinivîsî: “Bi Tirkî Biaxive Gelek Biaxive.” Ji ber vê dayîk dema serdana zarokên xwe dikirin ji ber ku bi Tirkî nedizanîn tenê li çavên zarokên xwe dinihêrîn.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand