Girevên birçîbûnê yên ENKS bê encam bi dawî hatin

Emîndariya giştî ya ENKS îro ji nişka ve, biriyara rawestandina hemû girevên birçîbûnê ku şaxên wê li bajar û bajarokên Cizîrê tê de beşdarbûn da.

Emîndariya giştî ya ENKS îro ji nişka ve, biriyara rawestandina hemû girevên birçîbûnê ku şaxên wê li bajar û bajarokên Cizîrê tê de beşdarbûn da.

Evan girevan bi biryareka şaxê Rojhilatê Qamişlo yê ENKS berî heftiyekê destpêkirbû jibo protestokirina girtina behtir ji 30 sekirde û endamên partiyên ENKS ji aliyê asayişa bi ser PYD ve, û hatibû diyarkirin ku ew dê çalakiyên xwe berdwam bikin heta serbestberdana van girtiyan.

Weke piştgirtineka ji gireva rojhilatê Qamişloyê re, berî 3 rojan ENKS daxwaz ji rêxitinên xwe li seranserê herêmên Kurdistana Sûriyê kir ku, jibo 3 rojan tê kevin mangirtinê.

ENKS dibêje ku di jêr fişara malbetên girtiyan de ew mecbûr ma ku dawiyê li vê çalakiya xwe bêne, û tekezkir ew dê xebata xwe jibo sebesberdana girtiyên di zindanên PYD de berdewam bike.

Hinek zêravnên siyasî di sedemên rasteqine yên standina biryara rawestina mangirtinê de bi guman in, piştî ku wê degvedaneka baş li Europa û Amerîkayê veda û di wê baweriyê de ne ku fişar ji cîne din hatine.
(E.B)

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Israel Katz: Dibe ku em di demeke nêzîk de dîsa êrişî Îranê bikin
Netanyahu fermana êrişê da: Bi tundî li Hizbulahê bidin
Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin