GIRÊ SPÎ - Erebeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî kir û ew kuşt

.

Li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê wesayîteke leşkerî ya Tirkiyeyê pê li zarokekî 15 salî kir û ew kuşt.

Çavkaniyên cihî diyar kir ku wesayîta leşkerî ya Tirkiyeyê li navenda bajêr pê li wî zarokî kiriye.

Zarokê 15 salî li cihê bûyerê miriye.

Tirkiye û kom û komikên çekdar ên di kontrola wê de Çiriya Pêşîn a 2019an bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê dagir kirin.

Ji hingê ve li wan deran bêserûberiyeke ewlehiyê heye.

Çekdarên di bin fermana Tirkiyeyê de ziyaneke mezin didin Kurdan.

Tirkiye û komên wê yên çekdar hewl didin Kurdan bi darê zorê koçber bikin û demografiya Girê Spî û Serê Kaniyê biguherin.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand