Girê Mirazan rekora xwe nû kir: Milyonek geştyar

.

 Îsal milyonek geştyar çûne Girê Mirazan ê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.

Girê Mirazan piştî ku Tîrmeha 2018an di Lîsteya Mîrata Cîhanê ya UNESCOyê de hat qebûlkirin, hejmara geştyarên ku çûne serdana wir sal bi sal zêde dibe.

Serokê Jûra Rêberên Geştyariyê ya Rihayê Kamil Turkmen ji Rûdawê re ragihand ku sala 2025an nêzîkî milyonek geştyar çûne serdana Girê Mirazan û got:

"Berhemên ku li Girê Mirazan tên dîtin gelekî girîng in û li cîhanê deng vedidin.

Nîşandana berhemên Girê Mirazan û Girê Keviran li Îtalya û cihên cuda geştyariya Rihayê zêdetir derdixe pêş.

Bi taybetî di warê serdema neolîtîk de Riha li cîhanê bûye navendek."

Sala borî li Romaya Îtalyayê pêşangeha berhemên Girê Mirazan hatibû vekirin û heta niha 6 milyon kes çûne serdana wir.

Endamê Yekîtiya Jûrên Rêberên Geştyariyê ya Tirkiyeyê Muslum Çoban jî got:

"Piştî Îtalyayê dê li Almanya, Îngiltere û Japonyayê ev pêşangeh berdewam bike.

Eleqeyeke zêde ji bo Girê Mirazan heye.

Li gel berhemên neolîtîk ên ku nû tên dîtin eleqe zêdetir dibe."

Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK), sala 2024an milyonek û 200 hezar geştyar çûne serdana muze û şûnwarên dîrokî yên Rihayê.

Siyaset Haberleri

22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin
Şamê bi fermî planeke entegrasyonê ya 13 xalî pêşkêşî HSDê kiriye.