Girê Keçel ket lîsteya 10 keşfên herî baş ên sala 2025an

.

Wezîrê Çand û Geştiyariyê Mehmet Nurî Ersoy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serkeftina navneteweyî ya Projeya Girên Kevirî de agahî parve kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Ersoy diyar kir ku Girê Keçel li ser sekoya cîhanê ye û wiha pê da çû:

"Girê Keçel ê ku beşek giring a Projeya Girên Kevirî ye ku me di 26ê Mijdarê da salvegera wê ya 5emîn pîroz kir, ji aliyê Archaeology Magazineyê va ku yek ji weşanên herî bi prestîj ên cîhanê ye, di nav 10 keşfên herî baş ên sala 2025an da hate nîşandan û li ser bergê kovarê hate çapkirin. Lêkolînên zanistî yên ku em li vê axê dikin, tiştên ku em li ser dîroka mirovahiyê dizanin ji nû va şekil didê. Ez bawer dikim ku ev pêvajoya berfireh, ji mîkro-analîzan bigire heya arkeometriyê, ji vedîtinên sembolîk bigire heya çalakiyên parastinê, dê Girên Kevirî wekî paytexta Neolîtîk a cîhanê tomar bike."

Ersoy destnîşan kir ku ew  bi biryar in ku çîroka 12 hezar salî ya Anadoluyê bi rêya zanistê vebêjin, mîrata wê ya çandî biparêzin û ji cîhanê re vebêjin.

Ersoy her wiha spasiya Walîtiya Rihayê, Şaredariya Bajarê Mezin û her kesê ku beşdarî vê pêvajoyê bûye, kir.

Kurdistan Haberleri

Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin