Geştên rasterast ên di navbera Hewlêr û Parîsê de dest pê dikin

.

Serokê Yekîtiya Şîrketên Balafirvanî û Geştyariyê li Herêma Kurdistanê eşkere dike, “Li paşerojeke nêzîk geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê dikin.”

Di navbera Hewlêrê û 33 bajarên din ên cîhanê de bi rêya 20 hêlên asmanî geştên rasterast li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê tên kirin. Hejmareke welatan jî di dema borî de vîzayên xwe ji bo geştkirina Îraq û Herêma Kurdistanê rawestandine, vê yekê jî wesa kiriye ku hejmareke zêde ya welatiyan berê xwe bidin geştkirinê, lewma jî karê nivîsîngehên geştyariyê hatiye vejandin.

Serokê Yekîtiya Şîrketên Balafirvanî û Geştyariyê li Herêma Kurdistanê ragehand, “Em pêşbîniyê dikin ku li paşerojeke nêzîk geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê bikin û geştên hêla Îmaratê jî vedigerin, vê yekê jî dê bandoreke erênî li ser kertê geştyarî û balafirvaniyê hebe.”

Ji ber bêhnvedanan zêdetir tikêt ji bo hatina Kurdistanê tên birîn, meha bê jî zêdetirîn tikêtên vegeriyanê tên birîn. Ji bilî vegeriyana demê, xerciya geştên welatiyên Herêma Kurdistanê jî ji ber geştên rasterast kêmtir bûye.

Niha geştên asmanî li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo 18 welatan hene, ew geşt jî ji bo 33 bajarên cîhanê ne. Piştî Londonê, geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Tunisê hatin destpêkirin, li van nêzîkan jî geştên rasterast ên navbera Hewlêr û Parîsê dest pê dikin.

Siyaset Haberleri

Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek baregehên Îtlaet û Pasdaran hatin bombebarankirin
Serokê Alman armanca êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo cibicêkirina 3 xala ragihand