Hat ragihandin ku geştên hewayî yên di navbera Balafirgeha Kerkûk û paytexta Tirkiyeyê Enqerê de meha bê wê ji nû ve dest pê bikin.
Rêvebirê Medyayê yê Balafirgeha Kerkûkê Hardî Semed ji Rudawê re gotiye ku Hewayiyên Iraqê wê di 1ê Gulanê de ji Kerkûkê ber bi Enqerê dest bi geştan bikin.
Semed diyar kir ku Hewayiyên Iraqî wê heftê sê geştan ber bi Enqerê ve bikin, geştên ji Bexdayê derdikevin, li Kerkûk dadikevin û dû re ber bi Enqerê ve diçin. Geştên vegerê jî wê heman rêyê bişopînin.
Semed bi bîr xist ku Hewayiyên Iraqî û Hewayîyên Tirkî (THY) berê geştên xwe yên ber bi Balafirgeha Kerkûk ve dikirin û destnîşan kir ku THY ji bo demekê geştên xwe yên ber bi Iraqê ve rawestandibû.
Semed herwiha behs kir ku Hewayiyên Iraqî berê hin geştên xwe rawestandibûn, lê piştrast kir ku geştên Enqerê wê ji nû ve dest pê bikin.
Kurdistan Haberleri
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye
Kombûna Zanyarên Azad şevbûherek hunerî û helbestî lidardixîne
Nêçîrvan Barzanî bangî ciwanan kir: Şaşiyên me dubare nekin, cesaretê nîşan bidin
Serok Barzanî: Eger peyman neyê bicihanîn em di hikûmetê de namînin
Îranê bi dronan êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kir