Sînemaya Kurdî li dilê Ewropayê dicivîne; gera 5ê ya Festîvala Amsterdamê bi dirûşma "Di Navbera Kevneşopî û Guhertinê de" derî li ber 35 berhemên hunerî vekir, daku çîroka nasname û koçberiya Kurdî bigihîne temaşevanên cîhanî.
Rêkar Barzan, ku bi fîlmekî di pişka pêşbirkê ya wê festîvalê de ye, îro (Yekşem, 10ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Festîval 35 fîlman ji seranserê cîhanê nîşan dide, ku gelek fîlmên nû û klasîk ên Kurdî vedigire; ji fîlmên dirêj û dokumenterî bigre heta fîlmên kurt. Herwiha piştî nîşandana hinek fîlman, rûniştin û nîqaşên rasterast ligel afirîneran tên kirin, ku derfetekê ji bo axaftina li ser ezmûn û astengiyên fîlmsaziya Kurdî peyda dike."
Rêkar Barzan herwiha got: "Armanca sereke ya vê festîvalê pêşxistina sînemaya Kurdî û avakirina peywendiyeke rasterast di navbera hunermendên Kurd, temaşevan û dezgehên sînemayî yên Ewropayê de ye. Festîval herwesa bizavê dike ku hevrikiya di navbera parastina ruhanî ya çandî û guhertinên nû yên civakî de bixe ber behs u xeberan. Baldariyeke taybet jî li ser mijarên nasnameya Kurdî, ziman, û zextên têkelbûn û veqetiyana ji rehên resen hatiye dan, bi taybetî li devera Bakurê Kurdistanê."
Wî derhênerî behsa tevlîbûna fîlman di wê festîvalê de jî kir û got: "Ev festîval ne tenê bi fîlman sînorbdar e, belkî çalakiyên çandî, muzîk û dîdarên hunerî jî vedigre, daku festîval bibe cihekî zindî yê yekbûna civaka Kurdî û dostên hunerê. Herwiha ev festîval ji bo gelek fîlmsazên ciwan jî derfeta yekê ye ku berhemên xwe li navendeke navdewletî nîşan bidin û têkiliyan bi bîner û pîşesaziya sînemayê re çê bikin."
Rêkar Barzan diyar jî kir: "Ez bi fîlmê 'Mirin di Navbera Jiyanê de' tevlî vê festîvalê bûme, ku behsa çîroka kurekî dike ku şert û mercên jiyanê û astengiyên wê wî neçar dikin ku bi rêyên neqanûnî koçberiyê hilbijêre; li vê derê ew tenê li benda sê encaman e: rizgarbûn, mirin an jî veger. Ev jî wesa dike ku rêya jiyan û mirinê biceribîne daku jiyaneke baştir û bextewartir vebîne."
Gera 5ê ya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Amsterdamê bi tevlîbûna 35 fîlmên Kurdî ji seranserê cîhanê li roja Şemiyê, 09ê Gulana 2026ê, li Holandayê hat destpêkirin û dê çar rojan berdewam be.