Gemiyek cebilxaneya rêjîma Îranê li geviya Babulmendeb de hate zewtkirin

.

Hêzên Şêwreya Hevpeymaniya Yemenê ku ji aliyê Îmaratê ve tê piştevanîkirin, gemiyeke cebilxaneya rêjîma Îranê ku ji qiraxava bajarê Bender Ebasê ve bo Hûsiyên Yemenê dihate şandin, li geviya “Babûlmendeb”ê de dest bi ser cebilxane û herwisa 8 kesên li vê gemiyê de hatiye girtin.

Pêka gotina çavkaniyeke Yemenê, xwediyê vê gemiyê, fermandeyekî Hûsiyan bûye û gemiya wî bo veguhastina deryayî ya cebilxaneyê dihate bikaranîn.

Li vê derheqê de “Ebdulrehman El-Muherremî” endamê Şêwreya Rêberatî ya Serkomarê Yemenê, tevî destxweşîkirin li wan hêzan, tekezî kiriye ku serkevtinên lipeyhev ên hêzên ewlehî li peydakirina cebilxane û madên hişber, encama hişyarî û hewldana hevpar bo parastina deverên qiraxavî li hember kiryarên neyasayî yên Hûsiyan e.

Heta niha rêjîma Îranê li vê derheqê de ti bertekek nebûye.

Kurdistan Haberleri

PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê
Li Dihokê yekemîn tanka "made in Kurdistan" hat berhemanîn: B70
Parêzgerê Hesekê û rêxistinên navneteweyî vegera xelkê Serê Kaniyê gotûbêj kir
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk  di derbarê ‘’Yasaya Çerçeweyê’’ û ‘’pêvajoya heyî’’ de bîr û rayên PWKyê anî zimên