Gelo Tirkiye dê penaberan Sûriyeyê dersînor bike?

.

Vegerandina penaberên Sûriyeyê di rojeva Tirkiyeyê de ye. Li gorî pisporan nabe Tirkiye bi zorê penaberên Sûriyeyê dersînor bike.

Li Tirkiyeyê di demên dawî de êriş û metirsiyên li ser jiyana penaberên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê ne zêde dibin.

Parêzerekî pisporê karûbarên penaberan eşkere kir ku hikûmeta Tirkiyeyê siyaseta li hember penaberan tundtir kiriye û şertên mayîna wan girantir kiriye.

Pisporekî yasayên navneteweyê jî eşkere dike ku li gor yasayên navneteweyî nabe ku koçberên Sûriyeyê bi zorê werin dersînorkirin.

Li Tirkiyê nîqaşên derbarên koçberên Sûriyeyî de berdewam in. Piştî bûyerên ku li bajarê Qeyseriyê rû dan, koçberên Sûriyeyî zêdetir ketin rojeva Tirkiyê.

Li gorî parêzer Berkant Yulaf, hikûmeta Tirkiyê siyaseta li hember koçberan tundtir kiriye û şertên mayîna wan girantir kiriye.

Parêzer Berkan Yulaf li ser rewşa penaberan ji Rûdawê re wiha got:

“Di demên dawî de li Tirkiyeyê netewperwerî û dijminatiya biyaniyan zêde bûye.

Derbarê vê yekê de em her roj li ser medyaya civakî nûçeyan dibînin. Bi taybetî li penaberên Sûriyeyî û Afxanî dijberî heye. “

Her wiha Yulaf aşkere kir ku mafê statuya parastina demkî hatiye rawestandin û nayê dayîn û dê hikûmet pêngavên kêmkirina koçberan biavêje.


“Mafên parastina demkî êdî nadin penaberan”

Berkan Yulaf di berdewamiya axaftina xwe jî de wisa got:

“Serlêdanên penaberên yên daxwaza parastina demkî nayên qebûlkirin.

Her wiha dema xetayeke biçûk a yasayî jî bikin, statuya wan a parastina demkî tê betalkirin û wan bo herêmên wekî Efrîn û Babê yên di bin kontrola Tirkiyeyê de de dersînor dikin.”

Pisporê hiqûqa navneteweyî Silêman Şêxnebî jî amaje bi wê yekê kir ku li gorî yasayên navneteweyî nabe ku koçberên Sûriyeyî bi zorê bêne vegerandin.

 Li gorî amarên fermî yên Gulana 2024an li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 115 hezar û 536 koçberên Sûriyeyî bi statuya parastina demkî hene ku bi piranî li parêzgehên Stenbolê, Dîlok û Rihayê dijîn.

Her wiha heta dawiya sala 2023an 237 hezar û 995 koçberên Sûriyeyî welatînameya Tirkiyê wergirtine.

Rûdaw

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest