Gelek darên derdora bircên Diyarbekirê hatin jêkirin, welatî jî nerazî ne

.

Li Diyarbekirê di Baxê Millet ê ku li navçeya Sûrê ber Bircên Diyarbekirê hatiye çêkirin de, gelek dar ji aliyê tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê hatin jêkirin. Welatiyên li deverê yên dar çandine û xwedî dikin jî ji rewşê bi gazinc in û dibêjin dar û erd ên wan in lê tên jêkirin.

Raserê Baxên Hewselê û biniya Bircên Diyarbekirê Baxê Millet hatibû çêkirin û di wê qadê de gelek darên cûrbecûr hene.

Tîmên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê jî li wê qadê dest bi jêkirina daran kirine ku piraniya wan daran darên tû û darên hêjîrê ne. Welatiyên ku ew dar çandine û bi salan av dane ji rewşê bi gilî ne.

Ahmed Kiziler û kurê wî Silêman Kiziler dibêjin, karê ku tê kirin qetlîam e û wan çiqas hewil dabin ku li gel rayedarekî biaxifin nekarîne xwe bigihînin ti kesî.

Welatî amaje dikin, tenê ji wan tê xwestin ku cihê xwe biterikînin û ji wan re wekî din ti daxuyaniyek nayê dayîn.

Baxê Millet piştî şerê xendeqan ê navçeya Sûrê hatibû çêkirin û di sala 2019an de hatibû vekirin.

Welatiyên ku xaniyê wan li wê deverê bûn û paşê hatin rûxandin an ji dêvla wê ji dewletê xaniyên nû wergirtin, an pere wergirtin an jî ev mijar birin dadgehê û hîn jî pêvajoya hiqûqî didome.

K24

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin