Mayînên ku bi salan e li Dêrsimê hatine çandin, gefê li jiyana xelkê dixwin û li gorî texmînan hejmara wan zêdetirî 10 hezarî ye.
Tabelaya, "Hişyar be, qada bi mayîn e, çûyîna nav metirsîdar û qedexe ye" bi salan e tirs û xofê dixe dilê şêniyên gundê Tûlûkê yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê.
Bi taybetî ajeldar dixwazin ku mayîn û teqemeniyên di navbera salên 1950-1955an de bi hinceta "ewlehiyê" li çêrgeh û zozanên wan hatine çandin, werin paqijkirin.
Ajeldar Murat Kudat li ser mayînan got:
"Berpirsiyar dewlet e. Ez ji wan rica dikim ku van mayînan ji cihê wan derxin û paqij bikin.
Em li vir ajeldariyê dikin. Sala 2003yan dewarên me pê li mayînan kirin û 10-15 ji wan telef bûn.
Em niha jî ajeldariyê didomînin û eger mayînan paqij bikin dê gelek baş bibe.
Dê çêrgehên me berfireh bibin, xelk dê ji bo gerê were û zarok dê bilîzin.
Eger nezanibin û werin, pê li wan bikin dê biteqin û zarok dê bimirin."
Tê texmînkirin ku li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne, nêzîkî milyonek mayîn hatine çandin.
Li gorî raporên xwecihî, zêdetirî 10 hezarî ji wan mayînan li Dêrsimê ne.
Bi hatina payîzê û barîna baranê re, metirsiya van mayînan li ser jiyana welatiyan zêdetir dibe.
“Rewşeke xeternak e”
Welatî Alî Çelîk jî wiha axivî:
"Eger ev mayîn werin paqijkirin, dê pir baş bibe.
Mirov nikarin bigerin, hinek kes xwedî ajel in.
Gundî ne, mirovên nezan hene ku xwendinê nizanin, dikarin biçin û pê li wan bikin.
Her wiha, dema baran dibare, mayîn cihê xwe diguherînin û derdikevin ser rûyê erdê.
Ev rewşeke xeternak e. Mirov ditirsin. Eger dewlet van paqij bike dê pir baş bibe."
Tirkiyeyê sala 2003yan Peymana Ottawayê ya qedexekirina mayînan îmze kiribû.
Di wê peymanê de soz dabû ku heta sala 2014an hemû mayînan paqij bike.
Lê demê têrê nekir û li ser daxwaza Tirkiyeyê dem heta sala 2022yan hat dirêjkirin.
Tevî ku çend sal di ser wê demê re jî derbas bûne, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê mayîn hîn bi temamî nehatine paqijkirin û rojane gefê li jiyana welatiyan dixwin.