Gardiyenan bi cop şeqam û pehînan li girtiyan xistin

Li Girtîgeha Osmaniye, girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ji sedî 25 dilê wî dixebite ji ber ku hejmara li ser piyan qebûl nekir, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin û gardiyenan ew bi erdê re kaş kirin

Li Girtîgeha Osmaniye, girtiyê nexweş Sabrî Kaya ê ji sedî 25 dilê wî dixebite ji ber ku hejmara  li ser piyan qebûl nekir, ji aliyê gardiyenan ve hat derpkirin û gardiyenan ew bi erdê re kaş kirin

Îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê, ji rojevê dernaveke. Li van binpêkirinên mafên mirovan yek din zêde bû. Hat diyar kirin ku li girtîgehê gardiyan di 8’ê tebaxê de, ketin qawîşa A-6 û hejmara  li ser piyan li girtiyan ferz kirin lê ji ber ku girtiyan hejmara li ser piyan qebûl nekirine, rastî lêdana gardiyanan hene. Yek ji girtiyên hatin derp kirin girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ji sedî 25 dilê wî dixebitê ye. Kaya di hevdîtina bi malbata xwe re kir de, binpêkirinên mafên mirovan ên di 8’ê tebaxê de hatin jiyîn parve kir.

Kaya diyar kir ku li girtîgehê pir zêde rastî binpêkirinan tên û wiha ev tişt ji malbata xwe re gotin: “Li girtîgehê ferzkirin kêfî hene. Dema ku em van pêkanîna qebûl nakin em derb dikin. Gardiyenên serê sibê ji bo hijmarê ketin qawişa me, hejmara li ser piyan ferzî me kirin. Gava ku me ev qebûl nekir, bi cop, zeleh û pehînan êrîşî me kirin. Em bi erdê re kaş kirin û îşkencê li me kirin. Di dema êrîşê de, ez ji ser hişê xwe çûm. Nexweşiya min a kronîk a dil heye. Ligel vê yekê jî îşkence li min û hevalên min kirin. Tu ewlekariya canê me tuneye. Em bang li parazvanên marên mirovan û raya giştî ya bi hestiyar dikin ku peywira xwe bi cih bînin.”

Siyaset Haberleri

Tirkiye ji ber sizayên li ser Rûsyayê berê xwe dide petrola Îraqê
HSD: Li Dêrezorê êrişa DAIŞê hat têkbirin
Kurdekî pirsa referandûm û dewleta Kurdî bir Kongireya Aştiyê ya Cîhanî
Li 3 salên dawiyê de zêdetir ji 170 rojnamevan li Îranê de hatine binçavkirin
Mezlûm Ebdî di Roja Cîhanî ya Kobaniyê de got: 'Yekîtiya li hemberî tarîtiyê'