Futbolîstê Kurd Denîz Undav bi bihayekî rekor transferî Stuttgartê bû

.

 Lîstikvanê futbolê yê Kurd Denîz Undav, bi 30 milyon Euroyî tansferî tîma Stuttgartê ya Almanyayê bû.

Ev transfer di dîroka Stuttgartê de wekî transfera herî biha hat tomarkirin.

Futbolîstê navdar ê Rihayî Denîz Undavê 28 salî. serkeftineke mezin bi dest xist û bi bihayeke rekorê derbasî kluba Stuttgartê bû.

Denîz Undav ku di van demên dawî de, bi jîrbûna xwe bal kişand ser xwe, bi 30 mîlyon Euroyî tansferî Stuttgartê bû.

Denîz Undav di dema Euro 2024an de gotibû “Ez Kurd im” û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê red kiribû.

Futbolîstê Kurd paşê teklîfa Tîma Neteweyî ya Almanyayê qebûl kiribû û ji wê re lîstibû.

Denîz Undav kî ye?

Denîz Undavê ku bi eslê ji parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ye, sala 1996an li bajarê Achimê yê Almanyayê ji dayik bûye.

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî diçe Îmaratê
Krîza 'dorpêça dualî' ya li Tengava Hurmizê kûrtir dibe
Xezîneyeke nû ya zimanê Kurdî: Etîmolojiya zaravayên Kurdî derket
Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir: Îdaman rawestînin û girtiyan serbest berdin
Îraq: Pergala dijîdron Herêma Kurdistanê li xwe nagire