Fuad Husên û Anthony Blinken civiyan

.

 Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Washingtonê li gel Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Anthony Blinken civiya.

Anthony Blinken beriya civînê ji rojnamegeran re axivî û got:

"Îraq şirîk û hevpeymaneke girîng e. Îraq ji bo aramiya herêmê jî girîng e."

Fuad Husên ragihand ku di serdana xwe ya Amerîkayê de dê ligel gelek berpirsên pilebilind ên wî welatî bicive

Di civînê de metirsiya terorê bi taybet şerê li dijî DAIŞê hat axaftin.

Anthony Blinken derbarê êrişên li Moskowayê jî axivî û got:

“DAIŞ hîn jî bi rastî metirsiyê ye. Êrişa Moskowayê careke din anî bîra me ku divê em li hemberî gefan tevbigerin.”

Biryar e Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 15ê Nîsana 2024an biçe Amerîkayê û li Koşka Spî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Mijara sereke ya civîna Sûdanî û Biden dê pêwendiyên Amerîka û Îraqê û gefên terorîstan û pirsgirêkên navçeyî bin.

Fuad Husên derbarê serdana Sudanî de jî pêştir gotibû:

“Beriya hatina Serokwezîr dê çend lîjneyên cuda werin pêkanîn.

Derbarê dosyayên aborî, banka, xwendina bilind, tenduristî, çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û di warê veguhastinê de çend lijneyên cuda hene.

Ew lîjne dê ligel aliyên Amerîkayê bicivin. Antony Blinken dê serokatiya lîjneyên Amerîkayê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê jî dê serokatiya lîjneyên Îraqî bike.

Yanî beriya serdana serokwezîr a ji bo Washingtonê bi çend rojan dê amadekarî bêne kirin.”

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest