Fuad Husên: Li Berlînê behsa mana hêzên Almanyayê ya li Îraqê nehat kirin

.

 Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand ku di civînên şandeya bilind a Îraqê ya li Berlînê de, behsa mana hêzên Almanyayê ya li Îraqê nehatiye kirin.

Fuad Husên her wiha hêvî kir ku piştî 30ê Îlonê û vekişîna wan hêzan, rewşa Îraqê aram bimîne.

"Civînên bi berpirsên Almanyayê re gelekî baş bûn"

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li Berlînê bersiv da pirsên nûçegihana me Ala Şaliyê yên li ser encamên hevdîtin û civînên wan ên bi rayedarên bilind ên Almanyayê re û got:

"Civînên bi Serokkomar, Serokwezîrê Almanyayê û nûnerên şirketan re gelekî baş bûn."

Wî li ser pirsa “Bexdayê ji Berlînê xwestiye ku hêzên xwe li Îraqê bihêle yan na?” got, "Behsa wê nehat kirin."

"Hêvîdar im tiştek rû nede û rewş aram be"

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê li ser rewşa Îraqê û egera rûdana geşedanên ewlehiyê ya piştî 30ê Îlonê (dema diyarkirî ya bidawîbûna erkê leşkerî yê Koalîsyona Navneteweyî ya li Îraqê ye) ji Rûdawê re got:

"Hêvîdar im tiştek rû nede û rewş aram be."

Şandeyeke bilind a Îraqê bi serokatiya Serokwezîr Elî Zeydî çû Berlînê.

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz di bersiva pirsa Rûdawê de piştrast kir ku ew dê li ser daxwaza Bexdayê, 30ê Îlonê dawî li hebûna xwe ya leşkerî ya li Îraqê bînin.

 (Rûdaw) -

Kurdistan Haberleri

Grûpên çekdar ên Iraqê plana kontrolkirina çekan red dikin
Li Rojhilatê Kurdistanê kolan vala man, Jîna Emînî nayê jibîrkirin
Mezlûm Ebdî derbarê bûyera li Girtîgeha Kobaniyê daxuyanî da
Piştî hejmartina %95ê dengên hilbijartinên Swêdê, 5 kurd bûn parlamenter
Partiyên Kurd ên li Fransayê: Em li Rojava li hemberî sûc û êrîşan bêdeng namînin