Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên diyar kir ku têkiliyên welatê wî yên bi Amerîka û Îranê re gelekî baş in û ew amade ne ji bo bidawîanîna şerê her du aliyan alîkariyê bikin.
Fuad Husên li Bexdayê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî re civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.
Husên destnîşan kir ku serdana hevkarkê wî yê Îranî gelekî girîng e û Îraq piştgiriyê dide diyalogê da ku li herêmê alozî bi dawî bibin.
"Rewşa şer li Hurmizê didome"
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê bal kişand li ser rewşa Tengava Hurmizê û got:
"Di navbera Îran û Amerîkayê de belgeya lihevkirinê hatiye îmzekirin lê hîn jî li Tengava Hurmizê rewşa şer didome."
Fuad Husên eşkere kir ku Îraq şeran red dike û ew piştgiriyê didin ku hemû pirsgirêk bi rêya dan û standinan werin çareserkirin.
Wî anî zimên ku girtina Tengava Hurmizê hinartina petrolê ya Îraqê daye rawestandin û vê yekê bandoreke neyînî ya mezin li ser aboriya welêt kiriye.
Fuad Husên ducare kir ku têkiliyên Îraqê yên bi her du aliyan re baş in û Bexda amade ye ji bo bidawîkirina şer her cure alîkariyê pêşkêş bike.
Eraqçî: Serdana pêşî ya piştî şer e
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî diyar kir ku ev serdana wî ya yekem a piştî şer e û armanca sereke ya serdanê spasiya ji bo hikûmet û gelê Îraqê ye.
Eraqçî ragihand ku dê hevkariya her du welatan di hemû waran de bidome.
Eraqçî her wiha eşkere kir ku ew dê ji bo merasîma cenazeyê rêberê berê yê Îranê Elî Xamineyî (di êrişa Amerîkayê de hatibû kuştin) li cihên pîroz ên Îraqê bi rayedarên Îraqî re di nav hevahengiyê de bin.
"Hurmiz di bin birêvebiriya Îranê de ye"
Wezîrê Îranî eşkere kir ku wî li ser rewşa dawî ya dan û standinên bi Washingtonê re û bipêşketinên li ser Tengava Hurmizê ya ku "di bin birêvebiriya Îranê de ye" agahî dane Fuad Husên.
Ebas Eraqçî li pey çû ku belgeya lihevkirinê ya ku wan bi Amerîkayê re îmze kiriye, bidawîkirina şer a li hemû eniyan, di nav de ya Libnanê jî, li xwe digire.
Tê çaverêkirin ku Eraqçî bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, Serokkomarê Îraqê Nizar Amêdî û Serokê Parlamentoyê Heybet Helbusî re jî bicive.