Fûad Husên: Erdnîgarî û asîmanê Iraqê bûne qada şer

.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên hişyarî derbarê metirsiya ji nû ve sepandina cezayên berê yên Ewropayê li ser Îranê da û ragihand, gaveke wiha "dê hemû aliyan ber bi xetimandinê ve bibe û ev yek metirsîdar e."

Fûad Husên, ku li New Yorkê ye ji rojnameya 'Şerq' re axivî û da zanîn, ew ê di rojên pêş de bi berpirsên Amerîkî re bicive û egera vegera cezayên Ewropayê bo ser Îranê wek rewşeke "metirsîdar" bi nav kir.

Li gorî Husên, zêdebûna zextên li ser pirsa Filistînê û Rojhilata Navîn bi giştî, fişarê li ser Îranê jî zêde dike û ev rewş "dibe ku bibe sedema pirsgirêkên mezin". 

Herwiha hişyarî da ku gefên Îsraîlê yên li dijî Îranê, aloziyeke mezintir û pirsgirêkên kûrtir li herêmê bi xwe re anîne.

Derbarê bandora van aloziyan li ser welatê xwe de, Fuad Husên got, "Erdnîgarî û asîmanê Iraqê bûne qada şer û encamên van êrîşên di navbera Îran û Îsraîlê de li ser me jî hene."

Wezîrê Derve yê Iraqê di dawiya axaftina xwe de hêviya xwe anî ziman ku ev alozî bi rêyên dîplomatîk werin çareserkirin.

Kurdistan Haberleri

Keleha Zerzevanê dikeve Lîsteya Mîrata Cîhanî
Mesrûr Barzanî: Em ji bo pêşxistina hevkarî û hevahengiya bi parêzgehên Iraqê re amade ne
Barhilgirên Tirkiyeyê di ser Sûriyeyê re derbasî Îraqê bûn: Herêma Kurdistanê tê bypasskirin
Fîlma 'Eger Jinek Te Bikuje, Tu Bihûştê Nabînî' dê li 16 welatan bê nîşandan
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê îdiaya Supaya Pasdaran red kir