Fuad Husên: Eger Kurd dabeş bin, dê li Bexdayê miameleya bi wan re cuda be

.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Husên, piştî beşdariya di civîna Encûmena Hevkariyê ya Îraq û Yekîtiya Ewropayê de li Luksemburgê, bersiva pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê da.

Di hevpeyvînê de, Fuad Husên behsa gelek mijarên girîng ên rojevê kir; ji pêywendiyên Îraqê bi Yekîtiya Ewropayê re di warê enerjiyê de bigire heta dan û standinên bi Tirkiyeyê re yên li ser pirsgirêka avê û rola Îraqê ya di pêvajoya aştiyê de.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha li ser pirsgirêkên navxwe yên Îraqê, bi taybetî nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rawestiya.

Fuad Husên bal kişand ser rola xwe ya di çareserkirina kêşeyên petrol û meaşan de û bi awayekî eşkere diyar kir ku parçebûna Kurdan li navxwe, dibe sedema lawazbûna wan li Bexdayê.

Wî hişyarî da aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û got, "Eger Kurd dabeş bin, li Bexdayê miameleya li gel pirsgirêkan cuda dibe."

Wezîr Fuad  bang kir ku bilez hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bê avakirin û Kurd bi helwesteke yekgirtî li Bexdayê tev bigerin da ku karibin mafên xwe biparêzin.

Di hevpeyvînê de Dr. Fuad Husên her wiha behsa mijara penaberên Îraqî yên li Ewropayê, hilbijartinên pêşwext ên Îraqê û pêywendiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî kir.

Ew tekez dike ku Îraq di nav agirê herêmê de neşewitiye û di aştiya navbera Erebistana Siûdî û Îranê de roleke sereke lîstiye.

Hevpeyvîna Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê ya bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re:

Rûdaw: Silav li we birêz Wezîr. Hûn bi xêr hatin bernameya me. Hûn çend roj in li Luksemburgê ne û bi berpirsên payebilind ên Yekîtiya Ewropayê re civiyan. Civîna çaremîn a Encûmena Hevkariyê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îraqê de bû. Encama wê civînê çi bû?

Fuad Husên: Spas ji bo we. Em salê carekê dicivin û ev di pratîkê de civîna çaremîn e, hem li gel berpirsên bilind ên Yekîtiya Ewropayê û hem jî wezîrên derve yên Ewropayê yên ku amade bûn. Civîn li ser bingeha wê peymanê ye ku di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îraqê de heye. Ew peymana ku di sala 2012an de hat îmzekirin û di sala 2018an de ket meriyetê. Piştî sala 2018an, em salane dicivin ji bo gotûbêjkirina wan pêywendiyan û çawaniya cîbicîkirina wê peymanê ya ku di navbera her du aliyan de ye. Ew li ser pirsa enerjiyê, demokrasî û mafên mirov, tenduristî, û pirsên aborî û bazirganiyê ye. Hemû ev mijar têne gotûbêjkirin û gelek têgihiştin di navbera Yekîtiya Ewropayê û Îraqê de hene. Ji bo ku em bizanibin çi hatiye cîbicîkirin û çi dê di pêşerojê de bê cîbicîkirin, ev gotûbêj têne kirin.

Rûdaw: Baş e, enerjî li Ewropayê pirsgirêkeke pir girîng e û bi rastî piştî şerê Ukrayna û Rûsyayê, Ewropa pir mijûl kir, ji ber ku enerjî niha li Ewropayê pir pir biha ye. Çi rêkeftin di navbera Îraq û Yekîtiya Ewropayê de hatiye kirin?

Fuad Husên: Dema ku em behsa enerjiyê dikin, enerjî bi hemû beşên xwe ve, wate em behsa petrolê dikin, em behsa gazê dikin lê em behsa elektrîkê û rewşa elektrîkê ya li Îraqê jî dikin. Hemû ev di çarçoveya wê yekê de ne ku çawa her du alî hevkariya hev bikin. Derbarê petrolê de, Îraq dewleteke petrolê ye û niha di vê demê de rojê 4.3 milyon bermîlan derdixe. Ji wê, 3.3 milyon bermîlan dişîne derve. Bazara petrola Îraqê di bingeh de Çîn û Hindistan in. Piraniya wê, nêzîkî du milyon û nîv, diçe bazara Çîn û Hindistanê. Ji bo bazara Ewropayê nêzîkî ji sedî 10 heta ji sedî 15ê petrola Îraqê tê. Me ev mijar li gel Ewropiyan gotûbêj kir û beşek ji dewletên Ewropî niyeta wan heye ku bi me re pêywendiyan deynin da ku di pêşerojê de petrola Îraqê bikirin.

Derbarê gazê de, em nikarin bibin cîgirê gaza Rûsyayê an dewletên din ji bo Ewropayê, ji ber ku hêjî bi xwe gaza me nîne. Li Îraqê di vê sal û nîva borî de, me li gel kompanyaya Fransî Total girêbestek kir da ku ew gaza ku tê şewitandin bigirin û ji bo hilberîna elektrîkê veberhênanê tê de bikin. Piştî wê, gelek zeviyên mezin ên gazê hene ku me li gel gelek kompanyayan girêbest îmze kirine. Di pêşerojê de Îraq dê gazê jî derbixe, dema ku ez behsa pêşerojê dikim, mebesta min sê, çar, an pênc salên pêşerojê ye. Îraq dê bibe dewleteke gazê. Di destpêkê de ew gaz ji bo navxwe bikar tîne lê di pêşerojê de Îraq ji bilî petrolê, dikare gazê jî hinarde bike.

Rûdaw: Doktor, niha ez diçim ser çend pirsên derbarê serdanên we yên berê yên Tirkiyeyê. We serdana Tirkiyeyê kir, li wir daxwaz kir ku Tirkaniye ava zêdetir berde Îraqê. Gelo Tirkiyeyê soz da ku ava zêdetir berde?

Fuad Husên: Min serokatiya şandek mezin kir bo Tirkiyeyê û bingeha mijarê bi rastî, av bû, ji ber ku yên li gel min bûn, piraniya wan pisporên avê bûn. Wezîrê Çavkaniyên Avê jî li gel min bû. Rûniştinên me li gel berpirsên Tirkan hebûn. Wekî min got, bingeha mijarê av bû. Me li Tirkiyeyê bi du awayan gotûbêj kir. Yekem, divê di 50 rojên pêş de ava zêdetir berdin, ji ber ku îsal saleke hişkesalî ye û heta niha jî baran nebariye. Bêguman ev hişkesalî ne tenê li Îraqê ye, li Tirkiyeyê û Îranê jî heye, belkî li hemû herêmê heye lê ji ber ku Tirkaniye bendavên wê hene û ava komkirî heye, dikare alîkariya me bike. Em gihîştin wê têgihiştinê ku beşek ji avê ber bi Feratê û beşeke din ber bi Dîcleyê ve ji bo 50 rojan berdin, ji ber ku tê pêşbînîkirin piştî 50 rojan zivistan dest pê bike û baran û berf bibare û rewş biguhere lê em gihîştin têgihiştineke din a demdirêj ku çawa bi avê re û birêvebiriya wê re mijûl bibin.

Li gel Hikûmeta Tirkiyeyê û kompanyayên Tirkanan em gihîştine têgihiştinekê ku ew dê li Îraqê birêvebiriya avê bikin. Em li ber îmzekirina memorandumeke jihevtêgihiştinê ne. Dema ku ez vegerim, ez li benda Hakan Fîdan, Wezîrê Karên Derve ku bê Îraqê û em karibin her du alî wê memorandumê îmze bikin. Di wê de çi heye? Yekem, birêvebiriya avê ku çawa bê kirin û kompanyayên Tirkan vî karî bikin, ji ber ku tecrûbeya wan heye. Duyem, avakirina bendavên zêdetir di nav Îraqê de ji bo komkirina avê. Sêyem, ji nû ve bikaranîna avê, ango paqijkirina ava qirêj ji bo ku ji bo çandinî û warên din bê bikaranîn. Çarem, çawaniya komkirina ava baranê. Pêncem, çawaniya birêvebiriya ava binê erdê. Şeşem, pirsa ava deryayê, bi taybetî li Şetulereb û li Besrayê, ku çawa ew av bê şîrînkirin. Ev hemû hatiye gotûbêjkirin û dema ku em wê îmze dikin, tê wateya ku kompanyayên Tirkan dê di pêşerojê de vî karî bikin. Ev pirsek stratejîk e lê pirsa kurtdem, wekîe min got, ew e ku di 50 rojên pêş de ava zêdetir ber bi Îraqê ve berdin.

Rûdaw: Baş e, di kongreya rojnamegerî de li gel Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê we behsa pêvajoya aştiyê kir. Tirkiyeyê ti daxwaz ji we kirin?

Fuad Husên: Em her ji destpêkê ve dema ku pêvajoya aştiyê û dan û standinên di navbera nûnerên hikûmeta Tirkiyeyê û Abdullah Ocalan de dest pê kirin, berpirsên Tirkiyeyê behsa wê ji me re dikirin û me pir piştgirî da wê pêvajoyê. Rastiya wê bibêjim, pêvajo girîng e hem ji bo navxweya Tirkiyeyê, hem ji bo me jî, ji ber ku wekî eşkere ye PKK li çiyayên Qendîl û li Şengalê û li cihên din in. Ji ber vê yekê ji bo me girîng e ku PKK û hikûmeta Tirkiyeyê bigihîjin rêkeftinekê û çekan deynin. Me piştgirî da wê pêvajoyê ku çek bên danîn, da ku mijar bibe mijareke siyasî. Heta niha ew berdewam in û gotûbêj di navbera wan de berdewam in lê her destpêkirina pêvajoyê mijareke girîng e.

Rûdaw: Baş e, Îraq dikare di pêvajoya aştiyê de çi bike û çawa alîkar be?

Fuad Husên: Dema ku em behsa Qendîlê dikin, em behsa Kurdistanê dikin ku li Îraqê ye. Dema ku em behsa Şingalê dikin, ew jî li Îraqê ye. Ji ber vê yekê mijar ji bo Îraqê girîng e. Girîng e ku şervanên PKKê li Qendîlê çekan deynin û ev pirsgirêk li Îraqê jî nemîne û pêvajo vegere Tirkiyeyê û bibe pêvajoyeke siyasî. Ew li Îraqê pirsgirêkên cuda cuda ji bo me derdixin. Yek ji wan pirsgirêkan ew e ku Tirkan her tim dibêjin, em li wir in an jî êrişên leşkerî dikin ji ber ku PKK li wir e. Dema ku PKK nemîne, Îraq dikare li ser vê mijarê li gel Tirkanan bi awayekî din biaxive.

Rûdaw: Lê Îraq çawa dikare alîkar be?

Fuad Husên: Me got em amade ne. Ya ku bi Qendîlê re pêywendîdar e, eger hewce bike, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê, ji ber ku ew di nav axa Îraqê de ye, em dikarin alîkariyê bikin û me ji wan re gotiye ku em amade ne alîkariya wan bikin.

Rûdaw: Gelo derbarê kampa Mexmûrê de ti dan û standinek bi Tirkiyeyê re heye?

Fuad Husên: Na, kampa Mexmûrê jî beşeke ji wê pêvajoyê. Wekî ku hûn dizanin, yên ku di kampa Mexmûrê de ne penaber in û di bingeh de Kurdên Tirkiyeyê ne. Divê em bizanibin Parlamentoya Tirkiyeyê çi gav diavêje, ji ber ku divê gavên siyasî jî hebin. Ez wisa difikirim ku li Tirkiyeyê gavên siyasî amade dikin. Dema ku ew siyaset hat cîbicîkirin, wê demê dê biryar bê dayîn ka çarenivîsa yên di kampa Mexmûrê de ne çi dibe, gelo ew vedigerin Tirkiyeyê an diçin cîhek din.

Rûdaw: Doktor, pirseke din ku li Ewropayê pir germ e, pirsa koçber û penaxwazan e. Welatên Ewropayê daxwaza vegerandina penaxwazên Îraqî dikin, bi taybetî yên ku daxwazên wan hatine redkirin an jî bi rêyên yasayî hatine. Ti rêkeftin di navbera Îraq û welatên Ewropayê de heye?

Fuad Husên: Ne tenê welatên Ewropayê lê Yekîtiya Ewropayê daxwaz dike. Baştir bibêjim Yekîtiya Ewropayê, daxwazên wan hene. Pirsgirêk ne ew in ku îqameya wan heye, pirsgirêk ew in ku hatine û 5 sal, 7 sal, an 10 sal in li van welatan rûniştine û pêvajoya dadweriya wan qediyaye û ti rêyeke din a wan ji bo wergirtina îqameyê tune ye. Yekem car Almanan dest pê kirin. Ez tînim bîra xwe di dema Adil Ebdulmehdî de dema em dihatin û li gel wan rûdiniştin, behsa 25 hezar kesan dikirin. Siyaseta partiyan li Ewropayê guheriye û di encamê de siyaseta hikûmetan jî guheriye. Ew siyaseta vekirî ya penaberiyê nemaye û tundtir bûne. Dibêjin yên ku îqameya wan tune ye, divê di civaka me de nemînin. Eger em bibêjin em naxwazin, çawa dibe welatek bibêje ez welatiyê xwe qebûl nakim? Me gotiye em amade ne lê bi şertê ku ew kes bi xwe amade be vegere û bi zorê nebe, her wiha hemû pêvajoya yasayî qedandibe û negihîştibe encamê. Ji bilî wê, beşek ji wan penaberan tawan li wan welatan kirine. Welat dibêjin em tehemulî wan nakin û dema cezayê wan qediya, wan dişînin. Me gotiye ne baş e ku bi zorê wan bişînin, amadekarî ji wan re bikin û em jî amade ne wan vegerînin.

Rûdaw: Berê hûn ji aliyê welatên Ewropayê ve tên agahdarkirin?

Fuad Husên: Bêguman ev ne tenê karê Wezareta Derve ye, rastiya wê bibêjim, karê Wezareta Navxwe û wezaretên din e lê bi piştrastî têne agahdarkirin ku ew kes tên. Pêdiviya wan bi belgeyan heye da ku bizanibin kî ne û gelo ew xelkê Îraqê ne an na.

Rûdaw: Doktor, pirseke din jî li Ewropayê pir germ e, pirsa girtina qaçaxçiyan e. Gelo ti hevkariyek û hevahengiya di navbera welatên Ewropî û Îraqê de heye ji bo girtina wan qaçaxçiyên ku koçberan bi rêyên neyasayî tînin Ewropayê?

Fuad Husên: Ez nizanim, eger qaçaxçî bin, tê wateya ku piraniya wan li Ewropayê ne. Li gorî yasayên Ewropayê û agahiyên xwe bi xwe wan desteser dikin. Lê eger pêywendiyek hebe li gel Wezareta Navxwe an aliyên ewlehiyê, ew cuda ye. Lê di esas de ev qaçaxçî li Ewropayê ne û eger wan bigirin, li Ewropayê wan digirin, ne li Îraqê.

Rûdaw: Lê eger qaçaxçî li Îraqê jî kar bike, ti hevahengî hene?

Fuad Husên: Ya ku bi Îraqê re pêywendîdar be, berpirsiyariya Îraqê ye. Ya ku bi axa Ewropayê re pêywendîdar be, berpirsiyariya Ewropiyan e.

Rûdaw: Baş e doktor, hêjî hinek kes dibêjin hilbijartinên li Îraqê nayên kirin ji ber egera êrişa Amerîka an Îsraîlê li ser hinek komên çekdar ên Îraqî. Gelo ti metirsiyek heye ku hilbijartin neyên kirin?

Fuad Husên: Na, tiştekî navxweyî tune ye ku bigihîje wê astê ku hilbijartin neyên kirin. Berevajî, kampanyaya hilbijartinê pir germ bûye. Lê eger şerek çêbibe, mebesta min şerek mezin û demdirêj e li herêmê, ez nizanim bandora wê çi dibe li ser hilbijartinan lê tiştekî navxweyî tune ye ku em bibêjin hilbijartin ji ber wê dereng dikevin. Heta niha, pêvajoya hilbijartinê her berdewam e.

Rûdaw: Ti metirsî nînin ku Amerîka an Îsraîl êrişî Îraqê bikin?

Fuad Husên: Ez nizanim, eger êriş bikin, ji min re nabêjin. Ji kesî re nabêjin.

Rûdaw: Baş e, niha ez dixwazim bizanim gelo Îraqê di navbera Amerîka û Îranê de ti rolek navbeynkariyê heye?

Fuad Husên: Na, berê hebû, niha zehmet e. Siyaseta Amerîkayê guherî. Dema serok Biden û tîma wî hatin, wan dixwest dan û standin berdewam be. Demekê em di navberê de bûn, paşê Umman di navberê de bû. Em agahdar bûn û hevahengiya me ya temam hebû. Me hem ji Amerîkîyan û hem jî ji Îranîyan bihîst ku pêvajoya dan û standinan çawa ye. Lê niha wekî diyar e, dan û standin di navbera Amerîka û Îranê de tune ye.

Rûdaw: Meha bê hilbijartinên Îraqê ne, wate temenê vê hikûmetê bi dawî dibe. Gelo birêzê te difikire ku vê hikûmetê karî bernameya xwe cîbicî bike?

Fuad Husên: Na, tu dizanî çi ye, zehmet e bêjin bernameya xwe. Dema ku ev hikûmet hate damezrandin, me dan û standin kir û min ew rûmet hebû ku ez yek ji dan û standinkaran bim. Rêkeftineke siyasî di navbera hemû hêzên siyasî yên ku vê hikûmetê ava kirin de hate çêkirin. Ji wê rêkeftina siyasî bernameya hikûmetê derket. Beşek ji wê bernameyê hat hewl dan ku bê cîbicîkirin û beşek jî ma. Lê wan yasayên bingehîn ên ku me li ser wan îmze kiribûn û me dixwest derkevin, mixabin ew nehatin kirin. Yasaya petrol û gazê yek ji wan bû, yasaya Encûmena Federalî yekî din bû, yên ku bi Kurdistanê re pêywendîdar in. Bêguman yasayên din jî hene. Mixabin ew yasayên ku me li ser wan rêkeftin kiribû, me nekarî derxînin. Gelo sûcê hikûmetê ye an jî parlamentoyê, ew tiştekî din e.

Rûdaw: Baş e, wekî Wezareta Karên Derve ya Îraqê, di dema van çend salan de we karî çi bikin?

Fuad Husên: Yekem, Îraq nekete şer. Ew ne hêsan bû, herêm hemû di bin agir de bû. Agir negihîşt Îraqê heta îro. Duyem, me rolek mezin di aştkirina gelek welatan de lîst. Siudî û Îran li Îraqê aşt bûn. Rast e çûn li Pekînê ragihandin lê hemû kar li Bexdayê bû. Sêyem, Îraqê bi xwe pêywendiyên pir baş bi hemû welatên cîran û bi cîhana derve re hene. Lê tişta herî mezin ku ez dibînim ew e ku me nehişt Îraq di demên hesas de bikeve nav pirsgirêkên Sûriyê û me karîbû Îraqê ji agirê şer dûr bixin. Di vê demê de piraniya kompanyayên mezin ên cîhanê hatin Îraqê. Exxon Mobil ku dev jê berdabû, vegerî. Chevron ku dev jê berdabû, vegerî. Total girêbest pê re hat kirin. Ev hemû bi karê derve re pêywendîdar in.

Rûdaw: Birêz te di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de, bi taybetî pirsgirêka mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê, rolek girîng lîst. Gelo wê ti bandor li ser karê te wekî Wezîrê Karên Derve kirin?

Fuad Husên: Beşek mezin ji karê min siyaseta navxweyî ye. Rast e ez Wezîrê Karên Derve me lê ez endamê Encûmena Aboriyê jî me. Encûmena Aboriyê tê wateya wezîrên darayî, plansazî, çandinî, pîşesazî, bazirganî, veberhênan û banka navendî, hemî di wê encûmenê de ne. Rewşa aborî û darayî her tim beşek ji karê min e. Lê pirsa Kurdistanê jî, bi rûmet ve, ketiye ser milê min û hevalên min li Bexdayê. Pirsgirêka neşandina petrola pirsgirêkeke mezin bû, ew bi meaşan ve girêdayî bû. Di vê demê dawî de me karî di dan û standinên li gel kompanyayên petrolê de, ku sê alî bûn li gel Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Bexdayê, bigihîjin encamê û şikir ji Xwedê re niha petrol ji nû ve hat şandin.

Rûdaw: Kengî meaşên mehên 8 û 9an tên şandin?

Fuad Husên: Meha 8 divê di zûtirîn dem de bê çareserkirin, paşê meha 9 tê. Ji ber ku pirsgirêk nemaye. Pirsa sereke petrol û dahata navxweyî bû. Li ser dahata navxweyî têgihiştinek di navbera her du aliyan de heye ku her meh çend pere bê şandin û pirsa petrolê jî hat çareserkirin. Bê guman, ji bo budceya sala bê divê em xwendineke din bikin. Ez wisa difikirim ku ne rast e pirsa mûçe û navê karmendan li Bexdayê be. Divê em vegerin ser bingeha wê ku mîqdarek diyarkirî ji budceya Îraqê biçe Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê berpirsiyar bin di belavkirina wê de. Pirsgirêk ji çend cihan çêbû: yek, petrol neçû. Du, nakokiyên navxweyî yên Kurdistanê hebûn. Sê, nakokiyên xwe anîn Bexdayê. Çar, kirin yasayî. Pênc, çû Dadgeha Federalî û biryar li ser hat dayîn. Divê em vegerin û ez hêvîdar im li Kurdistanê jî hikûmet ava bibe, ji ber ku eger ava nebe, xirab e, hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo rewşa herêmê li Bexdayê û hem jî li cîhana derve.

Rûdaw: Ji ber vê yekê ez pirsa xwe dubare dikim, pirsgirêka niha ya di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de siyasî ye, îdarî ye an teknîkî ye?

Fuad Husên: Bandora siyasetê heye. Niha min behs kir ku pirsgirêka me ya navxweyî siyasî bû û bû pirsgirêkeke yasayî. Beşek ji van pirsgirêkan li Bexdayê bû lê di bingeh de pirsgirêk ji herêmê hat nav Bexdayê û bû pirsgirêkeke siyasî, paşê yasayî, paşê teknîkî. Divê em vegerin ser koka pirsgirêkê û wê çareser bikin. Çareserî jî ew e ku li Kurdistanê dîtineke me ya yekane hebe derbarê petrolê, meaşan û wan yasayên ku li Bexdayê tên pêş, wekî yasaya petrolê û yasaya Encûmena Federalî.

Rûdaw: Li Herêma Kurdistanê, nebûna meaşan bûye pirsgirêkek pir mezin û zextek derûnî ya zêde çêkiriye.

Fuad Husên: Rastiya wê bibêjim, zehmet e nanê xelkê bê qutkirin lê dema em li Bexdayê vê gotûbêjê dikin, ew pirsên din tînin pêş, wekî biryara Dadgeha Federalî. Biryara Dadgeha Federalî beşek ji pirsgirêkê û beşek jî ji çareseriyê bû lê em bi xwe çûn Dadgeha Federalî.

Rûdaw: Ya ku min dixwest bipirsim ew bû, erka Hikûmeta Herêma Kurdistanê çi ye ji bo ku di pêşerojê de ev dubare nebe?

Fuad Husên: Divê em bigihîjin helwesteke yekgirtî. Ez nabêjim divê em di her tiştî de bi hev re bin lê divê helwesteke me ya yekgirtî hebe derbarê wan pirsên ku bi welatiyên Kurdistanê re eleqedar in. Pirsa meaşan bi her kesî re pêywendîdar e, nabe ku helwesteke me ya yekgirtî nebe. Eger ev hebe, li Bexdayê pir zehmet nîne. Lê eger Kurd parçe bin, mijûlbûna bi van pirsgirêkan re li Bexdayê dê cuda be.

Rûdaw: Doktor, piraniya berpirsên welatên Ewropayê jî heman tiştî dibêjin û dibêjin divê hûn yekgirtîtir bin.

Fuad Husên: Bêguman hemû cîhan agahdar e. Berê dema ez li Kurdistanê bûm, bi navê Hikûmet û Serokatiya Herêmê dihatin lê em yek deng bûn. Lê niha ku xelk tê û lobî dike, ew li dijî wê û ew li dijî wê. Me serê xwe û yê yên din tevlihev kiriye. Ev ne rast e. Divê hikûmet zû ava bibe. Ev xelet e ku hikûmet ava nebûye. Nabe piştî 11 mehan, ku nêzîkî salekê dibe, hêjî parlamento rûneniştiye.

Rûdaw: Ez piştrast im ku birêzê te ev tişt ji berpirsên Herêma Kurdistanê re gotiye.

Fuad Husên: Nerîna min zelal e. Ez di civînên navxwe de be, derve be, di medyaya de be, her tim li gel wê me ku helwesteke me ya yekgirtî hebe, ji ber ku ez dizanim eger helwesteke yekgirtî nebe, em dê pir lawaz bibin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê