Fuad Husên daxwaz ji Amerîkayê kir da ku vekişandina Balyozxaneya xwe rawestîne

Wezîrê Derve yê Iraqê daxwaz ji Amerîkayê kir, da ku biryara vekişandina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê rawestîne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, Fuad Husên nîgeraniya xwe li ser biryara vekişandina Balyozxaneya Amerîkayê nîşan daye û eşkere kiriye, ku encamên xirab ên vê biryarê dê derkevin holê.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên destnîşan kiriye, Hikûmeta Iraqê çendîn rêkarên ewlehî û siyasî û dîplomatîk pêk anîne, da ku êrîşên bo ser Devera Kesk û balafirxaneyê werin rawestandin û soz daye ku di demeke nêz de encamên van rêkaran dê derkevin holê.

Li gor zanyariyan, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo jî soz daye ku di her biryareke wan de ew ê pêşhatên herî dawî gotûbêj bikin û hebûna peywendiyeke baş jî li gel Iraqê bi girîngî dibînin. Herwiha hemû îhtîmalên dahatûya balyozxaneya xwe jî, li gel Wezîrê Derve yê Iraqê gotûbêj kirine.

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Nakokiyên Amerîka û Îranê li ser çi ne?
Villy Søvndal: Ewropa deyndarê Kurdan e
Îranê mercên dan û standinên bi Amerîkayê re eşkere kirin
PWKyê Li Amed, Mêrdîn û Batmanê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî Pîroz Kir
PWK li Amedê beşdarî civîna çapemenîyê ya Komeleya Şêx Seîd bû