Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên amarên têkildarî şerê li herêmê parve kirin.
Husên ragihand ku tenê bajarê Hewlêrê bi zêdetirî 70 mûşek û dronan hatiye hedefgirtin.
Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayed jî da zanîn ku hejmara êrişên li ser welatê wan gihiştiye 800î.
Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên bi Wezîrê Karên Derve yê Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî (Îmarat) Şêx Ebdulah bin Zayed Al Nehyan re bi telefonê axivî.
Di pêwendiyê de aloziya leşkerî ya xeternak a li herêmê û êrişên li ser niştecihên sivîl hatin gotûbêjkirin.
“Hewlêr di bin êrişan de ye”
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Fuad Husên diyar kiriye ku Îraq bûye "yek ji qurbanên sereke" yên vî şerî.
Wî destnîşan kir ku aliyên şerker axa Îraqê wekî qada operasyonan bi kar tînin û bal kişand ser mezinahiya êrişên li ser Herêma Kurdistanê û got:
"Tenê bajarê Hewlêrê heta niha bûye hedefa zêdetirî 70 mûşek û dronan."
Wezîrê Karên Derve yê Îraqê destnîşan kir ku êriş tenê bi Hewlêrê sînordar nemane.
Wî got ku xalên leşkerî û stratejîk ên li başûr û rojavayê Îraqê jî di bin bombebaranê de ne.
800 êriş çûne ser Îmaratê
Şêx Ebdulah bin Zayed Al Nehyan jî behsa rewşa dawî ya li Îmaratê kir û got ku mezinahiya êrişên li ser welatê wan gihiştiye asteke "bêhempa."
Wezîr eşkere kir ku Îmarat rûbirûyî nêzîkî 800 êrişên mûşek û dronan bûye.
Wî diyar kir ku piraniya van êrişan rasterast deverên sivîlan û binesaziyê dikin hedef û anî zimên:
“Ti hinceta mafdar a van êrişan nîne, divê ji bo parastina aştiya herêmê ev operasyon demildest werin rawestandin."
Hewldanên dîplomatîk ên Bexdayê
Wezîr Fuad Husên ducare kir ku pêşîniya birêveb,riya Bexdayê dabînkirina agirbestê û kontrolkirina aloziyê ye.
Fuad Husên da zanîn ku şer windahiyên sivîlan zêde dike û ewlehiya herêmê ji holê radike.
Wî peyama, "Şer ji bo ti pirsgirêkê ne rêya çareseriya mayînde ye" da.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her du wezîran biryar daye ku hevahengiya dîplomatîk bidomînin.
Li gorî daxuyaniyê, armanca wan ew e ku herêmê ji "şerekî wêranker ê giştî" biparêzin.