French Hill: Girîng e ku hemû beşên civaka Sûriyeyê karibin werin ba hev

.

Endamê Kongreya Amerîkayê French Hill ji Rûdawê re got, “Girîng e em piştrast bin ku hemû beşên civaka Sûriyeyê dikarin werin ba hev û bi hev re ji bo paşeroja xwe bixebitin.”

French Hill piştî ku Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re civiya rojev ji Rûdawê re nirxand.

Hill got, “Ez piştgirê Sûriyeyeke azad û demokratîk im” û bal kişand ser wê yekê ku hemû beşên civakî tevlî avakirina welêt bibin.

Wî diyar kir, ji bo ku Sûriyeyiyên li welatên din karibin vegerin ewlehî pêwîst e û got:

“Pêwîst e kesên ku ji Tirkiye, Urdin, Libnan û Îraqê vedigerin hest bikin ku ew dikarin vegerin cihekî ewle.”

Endamê Kongreya Amerîkayê French Hill ji Rûdawê re wiha axivî:

“Belê, piştî bi dehên salan ji êşa ku Beşar Esed û bavê wî zêdetirî şeş dehên salan bi serê gelê Sûriyeyê de aniye, ev ji bo gelê Sûriyeyê li her du aliyên Çemê Feratê û ji hemû pêkhateyên civakî, olî û etnîkî demeke berbiçav û girîng e ku li hev kom bibin û çareseriyeke hevbeş ji bo Sûriyeyeke azad bibînin.

"Ez geşbîn im”

Lewma ez bi awayekî baldar geşbîn im. Ez hêvîdar im Serok Trump pêwîstiya parastina kêmaniyên olî li wî welatî li ber çavan bigire lê her wiha piştrast be ku di demekê de ku li piralî û pêvajoyeke vekirî tê nêrîn, bi taybetî Kurdên li rojhilatê Feratê, lê hemû komên li seranserê Sûriyeyê karibin werin ba hev û hikûmeteke koalîsyonê ava bikin ku tê de berpirsyariya ewlehiya gelê Sûriyeyê parve bikin, bihêlin xelk vegere gundên xwe.

Di heman demê de, wê rastiyê jî hevseng bikin ku bê guman pêwîstiya me bi veberhênana rasterast a biyanî li wir heye.

“Divê Amerîka roleke girîng bilîze”

Divê Amerîka roleke girîng bilîze ji bo ku telekomunîkasyon, bank, û bazirganiya hinarde û hawirdeyê ji nû ve bikevin kar.

Lê tu nikarî vê yekê bêyî ewlehiyê bi awayekî serkeftî bikî.

Pêwîst e kesên ku ji Tirkiye, Urdin, Libnan û Îraqê vedigerin hest bikin ku ew dikarin vegerin cihekî ewle.

“Ez piştgirê Sûriyeyeke azad û demokratîk im”

Ez tenê difikirim ku girîng e, wekî min gotiye, ez li vir li Kongreyê demeke dirêj e piştgirê Sûriyeyeke azad û demokratîk im.

Ez wisa difikirim ku tenê girîng e em piştrast bin ku hemû beşên civaka Sûriyeyê dikarin werin ba hev û bi hev re ji bo paşeroja xwe bixebitin. Gelekî spas.”

Rûdaw

Siyaset Haberleri

HAT NÛKIRIN - Komîsyonê encamên destpêkê yên hilbijartinên Parlamentoya Îraqê eşkere kirin
Îran | Ji destpêka 2025an ve hezar û 313 kes hatin darvekirin
Barrack nexşerêya nû ya ji bo HSD û Sûriyeyê eşkere kir
Marlin Stutzman: Hêviya min ew e ku Kurd û Durzî karibin sîstemeke federal bi pêş bixin
5 namzedên kotayê yên ku PDKyê piştgirî dida wan hatin hilbijartin