FRANSA - Siyasetmedara Kurd li bajarê Versaillesê bi awayekî biguman winda bû

.

 Li bajarê Versaillesê yê Fransayê jineke Kurd a 40 salî ya bi navê Ayşe Aslan ji 20ê Tebaxa 2025an ve winda ye û polîs ji welatiyan alîkarî dixwaze.

Parêzer û siyasetmedara Kurd Ayşe Aslana ku li taxa Clagny-Glatignyê ya bajarê Versaillesê dijiya ev nêzîkî 2 hefte ne winda ye.

Li gorî agahiyan, Aslanê ti tiştên xwe yên şexsî bi xwe re nebirine.

Dema ku malbata wê çûye mala wê, dîtiye ku kilîl li ser derî maye, paceyek vekirî bûye û lambeyeke mala wê jî pêketî maye.

Ev rewş ji aliyê polîs ve wekî “windabûneke bi guman” tê binavkirin û fikaran zêde dike.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Versaillesê ji bo dîtina Ayşe Aslanê ji welatiyan alîkarî xwest.

Polîsên Versaillesê û Komeleya Alîkarî û Lêgerîna Kesên Winda (ARPD) ku saziyeke Fransî ya alîkariyê dide malbatên kesên winda, ji bo dîtina Ayşe Aslanê bangawaziyek belav kir.

Di daxuyaniya polîs û komeleyê de ji bo naskirina wê taybetmendiyên fizîkî yên Ayşe Aslanê hatin parvekirin.

Li gorî zanyariyan, polîsê Versaillesê derbarê bûyerê de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin û îfadeya malbat, heval û cîranên wê wergirtiye.

Malbata wê gelekî bi fikar e û ji rayedaran xwestiye ku ji bo dîtina keça wan hewlên xwe zêde bikin.

Polîsan her wiha ji her kesê ku Ayşe Aslanê dîtiye an jî li ser cihê wê agahî heye xwestiye ku bi Daîreya Polîsan a Versaillesê re li ser hejmara telefona 01.39.24.70.80 têkilî daynin.

Li aliyê din ARPDyê ji welatiyan xwestiye ku di bûyera dîtina Ayşe Aslanê de yan jî heke di derbarê wê de ti agahiyek hebe, bi rêya hejmara telefonê ya 07 84 64 87 25 yan jî bi rêya e-nameya ile-de-france@arpd.fr bi wan re bikevin têkiliyê.

Kurdistan Haberleri

Nakokî di nav rêberên Durzî de: Şêxên Siwêdayê banga cudabûnê red kir
Gola Urmiyeyê bi temamî ziwa bû
Koalîsyonê 20 kamyon şandin baregeheke xwe ya li Rojavayê Kurdistanê
Înîsiyatîva Mamosteyên Kurdî: Mafê bi milyonan xwendekarên Kurd tê binpêkirin
Ebdirehman Sidîq: Herêma Kurdistanê di gelek waran de ji Iraqê pêşketîtir e