Fransa: Em hêzên xwe li Iraqê kêmtir nakin

Karbidestên Fransî doh roja sêşemê 07.01.2020an ji Reutersê re got ku plana wan tuneye ku ew hêzên xwe yên li Iraqê kêmtir bikin, piştî ku kuştina Qasim Silêmanî alozîya wî welatî zêde kirîye.

Navenda Nûçeyan- Wezîra Berevanîya Fransayê Florence Parly, ji ser hesabê medyaya civakî ji ser twitterê got ku jiber bûyerên li Bexda, Fransa rewşa 160 leşkerên xwe li Iraqê ewletir kirîye.

Parlyê da zanîn ku girîngîya Fransa ya li wî welatî şerê dijî DAIŞê ye ku rê li ber jinûve xurtbûna wê rêxistinê were girtin.

Herwiha Parly got:“Di vê çarçoveyê de Fransa bang li Îranê dike ku girjî û alozîya heyî bilindtir neke û bi tevahî vegere ser peymana navokî ya 2015’an.”

Rojhilta Navîn Haberleri

Rêberê Şîe bangî Kurd û Suniyan kir: Ji Amerîkayê bawer nekin
Fuad Husên û Hakan Fidan xurtkirina pêwendiyan gotûbêj kirin
Fîdan û berpirsên Îraqê civiyan: Çekdanîn û mijara Şingalê hatin gotûbêjkirin
Bexda û Şamê li hev kir: Ji bo ewlehiya sînor komîsyoneke hevpar tê avakirin
Fermandarê CENTCOMê: Komên çekdar ên Îraqê mûçeyên xwe didin Îranê