Fransa dixwaze li herêmê roleke sereke bilîze

Serdana Serokê Fransayê bo Iraqê û civîna wî ya ligel rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê karvedanên cuda li pey xwe anî.

Serdana Serokê Fransayê bo Iraqê û civîna wî ya ligel rayedarên bilind ên Herêma Kurdistanê û Iraqê karvedanên cuda li pey xwe anî. Li gor baweriya çavdêrên siyasî, Fransa dixwaze di rêkxistina Iraq û Rojhilata Navîn de roleke wê ya sereke hebe. Herwiha amaje bi wê yekê jî dikin ku ev destpêka qonaxeke nû ye li Iraq û herêmê.

Hevoka ku Emmanule Macron di serdana xwe ya Iraqê de herî zêde bi kar dianî, "serweriya Iraqê" bû. Macron li ser wê yekê rijd bû ku divê serweriya Iraqê were parastin.

Iraq di destê grûpên çekdar de dinale, tevî destwerdana herêmî di karûbarên navxwe yên Iraqê de. Loma nêrîna beşek ji pisporên peywendiyên navdewletî ew e ku Fransa dixwaze di vegerandina rûmetê bo Iraqê de roleke bi bandor bilîze, bi taybetî bi rêya bihêzkirina saziyên fermî.

Di naverasta vê hefteyê de, Emmanuel Macron piştî serdana xwe ya bo paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê, gihişte Iraqê û ligel sê serokatiyên Iraqê û Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên din ên siyasî civiya.

Ji serdana Macron bo Lubnan û Iraqê ev hate xwendin ku Fransa hewl dide Rojhilata Navîn rêk bixe, destpêka plana wî jî bi Lubnan û Iraqê bû.

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir