Fransa: Divê HSD di pêvajoya siyasî de cih bigire

.

 Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot got, “Divên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di pêvajoya siyasî de cih bigire.”

Piştî rûxina desthilata Beşart Esed, çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li dijî HSDyê dest bi êrişan kir.

Bi navbeynkariya Amerîkayê li Minbicê agirbesteke demkî hat ragihandin û ji bo agirbesteke mayînde hevdîtin berdewam dikin.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot derbarê rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li parlamentoya welatê xwe axivî.

“HSDyê li dijî DAIŞê di çeperên pêş de şer kir”

Jean-Noel Barrot li parlamentoyê got:

“HSDyê li dijî DAIŞê di çeperên pêş de şer kir, niha jî bi hezaran çekdarên tundrev li girtîgeh û kampan di bin kontrola wan de ne.

Dema ev rewş li ber çavan bê girtin, divê di pêvajoya siyasî de hebûna nûnertiya HSDyê bê dabînkirin.”

Barrot eşker kir ku haya wan ji dilgiraniyên Tirkiyeyê yên derbarê PKKyê heye lê mirov dikare çareseriyekê bibîne ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

“Divê HSD ji bo seqamgiriyê di nav pêvajoya siyasî de cih bigire”

Baroot dubare ragihand ku divê HSD ji bo seqamgiriyê di nav pêvajoya siyasî de cih bigire û got:

“Serokkomar Emmanuel Macron roja çarşemê di hevdîtina bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re de bal kişande ser vê xalê.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê her wiha got:

“Dîplomatên Fransî roja sêşemê li Şamê bi berpirsên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hevdîtin kir.

Li Fransayê dê meha kanûna paşîn li ser mijara Sûriyeyê civîneke navneteweyî bê lidarxistin.

Em ji hikûmeta demkî peyamên erênî werdigrin lê em wan bi gotinan nanirxînin, em dê li çalakiyên wan binêrin û di nav demê de binirxînin.

Di destê hêzên Rojavayî de ji bo sivikkirina rewşê gelek amûrên wekî rakirina cezayên navneteweyî û alîkariya avakirina jinûve hene lê ev piştgirî dê li gorî sozên siyasî û ewlehî bin.”

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir