Fransa cihên nû ji bo danûstandinan di navbera Şam û HSDê de pêşniyar dike

.

 Li gel rawestana danûstandinên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de, çavkaniyekî taybet ragihand, Fransa pêşniyar kiriye cihê hevdîtinan ji Parîsê were guhertin. Li gorî pêşniyarê, Urdin, Siûdiye yan jî Herêma Kurdistanê wek cihên alternatîf hatine destnîşankirin.

Çavkaniyekî taybet ji Televîzyona Sûriyeyê re eşkere kir, Fransa pêşniyar kiriye cihê civîna di navbera Şam û HSDê de were guhertin. Herwiha, li gorî heman çavkaniyê, Wezareta Derve ya Fransayê li gel berpirsên HSDê gotûbêj kiriye ku lîsteya welatên garantor ên peymanê were berfirehkirin û welatên Erebî û herêmî, di nav de Tirkiye jî, tevlî bibin.

Şam: "Ev Pirsgirêkeke Navxweyî ye"

Li hemberî van pêşniyaran, hikûmeta Sûriyeyê li ser helwesta xwe rijd e ku divê civîn li Şamê werin lidarxistin. Tekez dike jî, nakokiyên bi HSDê re "pirsgirêkeke navxweyî ye û divê di nav Sûriyan bi xwe de û li hundirê welat were çareserkirin."

Sedema Rawestandina Danûstandinan

Hikûmeta Sûriyeyê berê ragihandibû, ew ji danûstandinên ku biryar bû li Parîsê werin lidarxistin vedikişe û "Konferansa Pêkhateyan" a ku meha Tebaxê li Hesekê hatibû lidarxistin wek "derbeyek li hewldanên diyalogê" bi nav kiribû. 

Çavkaniyekî nêzîkî HSDê jî diyar kir ku di demek nêzîk de ti nîşanên ji nû ve destpêkirina danûstandinên rasterast tune ne, lê hevdîtinên nerasterast ji bo pêşîgirtina li aloziyê berdewam dikin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ji zarê jêderekî hikûmetê ve ragihandibû, Şam "dê beşdarî ti civînên li Parîsê nebe û li gel ti aliyên ku dixwazin serdema rejîma hilweşiyayî vejînin, rûnenê." 

Wî jêderî bang li HSDê kiribû ku bi awayekî ciddî "Peymana 10ê Adarê" pêk bîne û ji navbeynkarên navneteweyî xwestibû ku hemû danûstandinan veguhezînin Şamê, ji ber ku ew "navnîşana rewa û niştimanî ya diyaloga di navbera Sûriyan de ye."

Kurdistan Haberleri

JI BER ÊRÎŞÊN LI SER BAŞÛRÊ KURDISTANÊ, JI BO ŞERMEZAR KIRINA DEWLETA ÎRANÊ CIVÎNA ÇAPEMENÎYÊ
Mesrûr Barzanî: Em dê ji bo bersivdayîna vê dijminatiyê hemû tedbîran bistînin
WSJ: Welatên Kendavê ber bi beşdarbûna şerê Îranê ve diçin
6 Pêşmerge şehîd ketin, nasnameyên wan diyar bûn
Efrîn.. Welatiyekî Kurd ji ber êrîşên nijadperest canê xwe jidest da