Wezareta Derve ya Fransayê bang li hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir, ji bo çareseriyeke aştiyane û yekparçebûna Sûriyeyê, di demeke nêzîk de li Parîsê dest bi danûstandinan bikin. Di heman demê de, Parîsê piştgiriya xwe ya ji bo Kurdên Sûriyeyê dubare kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot duh 25ê Tîrmehê bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Ebdî re axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Fransayê, di axaftinê de tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina danûstandinan di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de li Parîsê hatiye kirin, da ku xalên peymana 10ê Adarê di bin çavdêriya Amerîka û Fransayê de bên cîbicîkirin.
Ev pêşhat piştî civîna sêalî ya li Parîsê tê ku heman rojê di navbera Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê Tom Barrack û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot de hat lidarxistin.
Di daxuyaniya hevbeş a piştî civînê de, her sê aliyan tekez kirin, Sûriye di qonaxeke hestiyar re derbas dibe û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û kêmkirina aloziyan, divê diyalog bibe rêya sereke.
Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di peywendiya telefonî de got: "Em pabendbûna xwe bi hevparîtiya ligel Hevpeymaniya Navdewletî re di rûbirûbûna terorê û pêkanîna aramiyê de li Sûriyê dubare dikin."
Peymana Şam û HSDê
Serokatiya Sûriyeyê duh 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.
Xalên rêkeftina Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî:
1- Garantîkirina mafên hemû Sûriyan ji bo nûneratî û beşdariya wan di proseya siyasî û hemû dezgehên dewletê de, li ser bingeha jêhatîbûna wan, bêyî cudahiya olî û neteweyî.
2- Civaka Kurdî, civakeke resen e di dewleta Sûriyeyê de û dewleta Sûriyeyê mafê wê yê welatîbûnê û hemû mafên wê yên destûrî garantî dike.
3- Agirbest li seranserî herêmên Sûriyeyê.
4- Hemû saziyên sivîl û leşkerî yên bakurê rojhilatê Sûriyeyê tevlî rêveberiya dewleta Sûriyeyê tên kirin, di nav de deriyên sînor, firokexane û kêlgehên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûrî bo bajarok û gundên xwe û misogerkirina parastina wan ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di şerê wê yê li dijî paşmahiyên Esed û hemû metirsiyên li ser ewlehî û yekîtiya wê.
7- Redkirina bangên parçebûnê, axaftinên nefretê û hewldanên belavkirina fitneyê di navbera hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên cîbicîkar kar dikin û hewl didin ku rêkeftinê cibicî dikin, bi awayekî ku dawiya salê derbas neke.