Fransa, 24ê Nîsanê weke 'Bîranîna Jenosîda Ermenan' pênase dike

Serokomarê Fransayê Macron ragihand ku, ew, salvegera bûyerên sala 1915an 24ê Nîsanê, weke 'Raja Bîranîna Jenosîda Ermenan' radigihîne.

Fransayê ku di sala 2001ê de qirkirina Ermenan weke Jenosîd nas kiribû û yek ji soza Macronî jî ev bû ku ew ê 24ê Nîsanê weke Salvegera Jenosîda Ermenan rabigihîne.

Doh Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, di resepsiyona Komîteya Koordînasyona Organîzasyonan a Ermenên li Fransayê de axivî û li ser bûyerên sala 1915an got: 'Di dema Împaratoriya Osmaniyan de Ermen bêmerhametî hatine kuştin'

Macronî herwiha twîtek li ser vê mijarê nivîsî û got: "Fransa, bi dîrokê re rûbirû dibe û weke min soz daye, di çend heftiyên pêşiya me de em ê 24ê Nîsanê, weke 'Roja Bîranîna Jenosîda Ermanan' rabigihînin.

Ev biryara Macronî ji aliyê Berdevkê Serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalinî ve hat şermezarkirin.

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'