France Press: Malbatên biyanî yên DAIŞê ji Kampa Holê reviyane

.

Çavkaniyekê ji rêkxistinên mirovî yên Sûriyeyê ji Ajansa France Pressê re eşkere kir ku, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji Kampa Holê ya rojhilatê Sûriyeyê, piraniya malbatên biyanî yên çekdarên DAIŞê ji wê kampê çûne.

Çavkaniyekê ji rêkxistinên mirovî yên Sûriyeyê îro (Pêncşem, 12ê Sibata 2026ê) ji Ajansa France Pressê re ragihand ku, piştî ku hêzên Kurdî di dawiya meha Çileyê de ji wê kampê vekişiyan û hêzên ewlehiyê yên Hikûmeta Sûriyeyê cihê wan girt, pişka "koçberan" ku girêdayî jin û zarokên biyanî yên çekdarên DAIŞê bû hema hema vala bûye.

Çavkaniyekê ku nexwest navê xwe eşkere bike got ku, niha tenê 20 malbat li wê pikşê mane, ku berê zêdetir ji şeş hezar kesan lê diman.

Wê çavkaniyê amaje jî da ku, gelek ji wan jin û zarokan, ku piraniya wan xelkê Rûsya, Qefqasya û Asyaya Navîn in, bi qaçaxî ji bo parêzgeha Idlibê û deverên din ên Sûriyeyê hatine veguhastin, hin ji wan jî li pişkên din ên wê kampê xwe heşar daye.

Nêzîkî 24 hezar kesan li Kampa Holê bûn, ku 15 hezar ji wan Sûriyeyî û du hezar û 200 ji wan jî Iraqî bûn, tevî şeş hezar û 300 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyên cuda cuda.

Ev guhertin piştî lihevkirina di navbera hêzên Kurdî û yên Hikûmeta Sûriyeyê de ji bo tevlihevkirina hêzên leşkerî û îdarî li parêzgeha Hesekê qewimî. Ev jî di demekê de ye ku, Parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyeyê wekî cihê sereke yê wan hêzan tê dîtin ên ku, operasyona hilweşandina rejîma Beşar Esed li sala 2024ê lê hat destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Hevpeyvîn digel “Mîrza Akar” Endamê Rêveberîya Partîya Welatparêzê Kurdistan-PWK
Li Hisîçayê ji bo Kurdên bê nasname qonaxa duyem dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî: Yekbûna Pêşmergeyan garantiya parastina Herêma Kurdistanê ye
Pirtûka nû ya Mehmet Gur ‘Kurd Çiya û Ziman’ derket
DÊRSIM - Kula 39 salan: Ji ber ku nikarin herin gundê xwe tenê ji dûr ve lê dinêrin