Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê pîrozbahî li Elî Zeydî kir

.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê pîrozbahî li Elî Falih Zeydî kir, ji ber wergirtina baweriya parlamentoyê û destpêkirina karî wekî Serokwezîrê nû yê Iraqê.

Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê îro (În, 15ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyekê de pîrozbahî li Serokwezîrê nû yê federal kir û ragihand: "Em hêvîdar in ku hikûmeta nû bikare erk û berpirsiyarîtiyên xwe di çarçoveya destûr û qanûnan de bi cih bîne."

Fraksiyona PDKê her di wê daxuyaniyê de hêviya serkeftinê bo kabîneya Elî Zeydî di çareserkirina krîz û wan arêşeyên ku rûbirûyî welat dibin de xwest û diyar kir: "Divê ev hikûmet bibe sedema çespandina tenahiya siyasî û dabînkirina daxwazên welatiyên Iraqê bi hemî pêkhateyên wan ve."

Hûrgiliyên Rûniştina Bawerîpêdanê

Ev peyama pîrozbahiyê piştî wê yekê tê ku duhî (Pêncşem, 14ê Gulana 2026ê) Elî Falih Zeydî karî baweriya zêdetir ji nîvê endamên parlamentoyê bo kabîneya xwe bi dest bixe. Rûniştina parlamentoyê saet 17:45 duhî êvarê dest pê kir û tê de Serokwezîrê raspartî karnameya xwe ya wezarî xwend, ku piştre bi piraniya dangan hat pejirandin.

Di vê rûniştinê de, parlamentoyê bawerî da 14 wezîrên kabîneya Zeydî. Ew wezaretên ku bawerî wergirtine ev in: Çavkaniyên Avê, Bazirganî, Dad, Perwerde, Veguhestin, Derve, Petrol, Pîşesazî, Elektrîk, Tenduristî, Jîngeh, Çandinî, Darayî û Derve.

Kurdistan Haberleri

YNK û PDK li Hewlêrê civiyan
Çekdarê ku keziya şervana Kurd birîbû di xwenîşandanekê de derket holê
Daxuyaniya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ên Kurdistana Îranê li ser Rojeva Siyasî ya Kurdistan, Îran û Herêmê
Fly Erbil: Rojane geştên me yên Tirkiye û Ewropayê hene
Xalid Îbrahîm: Ji bo vegera koçberan planeke me heye