Foza Yûsif: Sîstema navendî li Sûriyeyê bombeyeke demkî ye, eger biteqe dê welat parçe bibe

.

Endama Desteya Serokatiyê ya PYDyê  û Hevseroka Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo Şamê Foza Yûsif, bicihanîna sîstemeke navendî li Sûriyeyê wekî "bombeyeke demkî" bi nav kir.

Siyasetmedara Kurd hişyarî da ku eger ew bombe biteqe, dê Sûriye were dabeşkirin.

Yûsifê her wiha ragihand ku ew ji bo dan û standinan amade ne lê hikûmeta Sûriyeyê bersivê nade.

Foza Yûsif îro di duyemîn Konferansa Encumena Jinê ya di nav Yekîtiya Şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Hisîçayê axivî.

"Sîstema navendî weke bombeyeke demkî ye"

Fozayê di axaftina xwe de bangî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê kir ku gotara xwe ya ku pêkhateyên Sûriyeyê ji hev dûr dixe biguherîne,

Wê hişyarî da ku metirsiya derketina şerekî nû li Sûriyeyê heye û got ku pêdiviya Sûriyeyê bi sîstemeke nenavendî ya demokratîk heye.

Foza Yûsifê bicihanîna sîstemeke navendî wekî bombeyeke demkî bi nav kir û li gorî gotina wê, "her dema ew bombe biteqe, wê Sûriyê bi ax û miletê wê ve dabeş bike."

"Em ji bo dan û standinan amade ne lê Şam bersivê nade"

Hevseroka şandeyê her wiha diyar kir ku ew ji bo cîbicîkirina xalên peymana 10ê Adarê amade ne û daxwaza danûstandinê dikin, lê aliyê din ku hikûmeta Sûriyeyê ye, bersiva bangên wan nade.

Kurdistan Haberleri

Hejmara 511 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin
Xwendekarên 29 zanîngehên li sernaserê Îranê, îmtihan zanîngehê baykot kirin
Parêzgarê Hewlêrê: Daxistina Nivîsîngeha NRTyê ji ber sivkatîkirina bi sembolên neteweyî ye
Parlamentera Ewropayê: Çeka me ya li hemberî Şamê pere ye
AMED - Ji qereqolekê bi dehan demançe hatin dizîn