FKKS êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dike!

Şehîdên Qamişloyê şehîdên tevayîya gelê Kurdistanê ye û lewra êş, hest û fikrên me îro bi wan re ye.

Em êrîşa terorîstî ya li Qamişlo bi tundî şermezar dikin, sersaxîyê li gelê Kurdistana Rojava û malbatên şehîd û birîndaran dikin.

Bila sere gelê Kurdistanê sax be!

Terorîstên DAÎŞê  bi vê êrîşa xwe ya qirêj ya li hember kurdên sivîl ku 41 kes şehîd bûne û zêdetir 177 kes birîndar bûne dixwazin zirarê bidin destkeftîyên kurdên Rojava.

Şehîdên Qamişloyê şehîdên tevayîya gelê Kurdistanê ye û lewra êş, hest û fikrên me îro bi wan re ye.

Tu hêz nikare pêşîya destkeftîyên netewî yên kurdan bisekine.

Gelê Kurdistanê li Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat dê maf û azadîyên xwe yên rewa bidest bixin. Tu hêz an qewwet nikare pêşîya vê pêvajoyê bigre.

27 tîrmeh 2016

FKKS
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê

Avrupa Haberleri

Li Kaledonya Nû bi statuyekî taybet dewletekî ava dibe
Tirkiye wezîfa NATOyê ji Îspanyayê dewir sitend
Sergey Lavrov û Marco Rubio li ser danûstandinên Stenbolê axivîn
Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir
Ukraynî daxwaza aştî û garantiya ewlehiyê dikin: 'Baweriya me bi Putin nîne'