Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gotegotekê red dike

.

Rêveberiya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hemû ew nûçe û gotegotên ku dibêjin firokxane bi şev tê girtin an jî geştên bi şev hatine guhertin, bi tundî red kirin.

Rêveberê Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar di daxuyaniyekê de ji Kurdistan24’ê re ragihand, nûçeyên derbarê rawestandina geştên bi şev an jî veguhastina wan ji bo dema rojê, dûrî rastiyê ne û ti bingeheke wan a fermî nîne.

Ehmed Hoşyar destnîşan kir, firokxane bi awayekî asayî bi rûyê geştiyaran de vekirî ye û wiha got: “Dibe ku kompanyayên firokxaneyê ji ber sedemên teknîkî demên geştên xwe biguherînin, ev yek rewşeke asayî ye. Lê belê ti biryareke fermî ji bo qedexekirina geştên bi şev an jî veguhastina wan nehatiye dayîn.”

Hoşyar careke din tekez kir, asmanê Hewlêrê bi tevahî vekirî ye û firokxane pêşwaziya kompanyayên firokeyan û geştiyaran dike.

Derbarê derengketin an jî rawestandina hin geştên asmanî ji aliyê çend kompanyayan ve, Rêveberê Firokxaneyê diyar kir ku kompanya carinan ji ber sedemên xwe yên taybet û teknîkî geştên xwe bi awayekî demkî radiwestînin.

Ehmed Hoşyar aşkere kir ku niha hin kompanyayan geştên xwe dane sekinandin, lê di rojên pêş de ew ê bi awayekî asayî dest bi geştên xwe bikin û vegere rewşa berê.

Kurdistan Haberleri

Dronên li asmanê Hewlêrê hatine şikandin ji Mûsilê ve hatibûn avêtin
Li Bremenê ji bo mamosteyên Kurdî gaveke girîng tê avêtin
Droneke din li asmanê Hewlêrê hat şikandin
Ehmed Şera û Guterres li Şamê civiyan: NY piştgiriya Sûriyeyê dike
Konsulê Îranê: Berpirsên Kurdistanê bi zanayî serederî bi aloziyên navçeyê re dikin