Firokeyên Tirkiyê gundekî Şingalê bombebaran kirin

.

Firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê li gundê Barê yê Şingalê xaleke kontrolê ya asayişê bombebaran kirin.

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand, “Firokeyên Tirkiyê gundeê Barê yê Şingalê bombebaran kirin.”

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo diyar kir, “Ew cihê hatiye bombebarankirin YBŞ lê heye û ta niha zirar û ziyan nayên zanîn.”

Li gor zanyariyan li esmanê deverê liv û tevgereke zêde ya firokeyan heye.

Ev di demekê de ye ku rojên 16 û 17ê Tebaxê jî, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê wesayîta yek ji fermandarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) Hesen Seîd û li gundê Sikêniyê binkeyeke tendirustiyê bombebaran kiribûn.

Di encama wan êrişan de Fermandarê YBŞ Hesen Seîd jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 8 kes jî birîndar bûbûn.

Kurdistan Haberleri

Malpera me tê nûjenkirin!
642 malbat ji Kampên Waşokanî û Newrozê vedigerin Serêkaniyê
Li Herêma Kurdistanê ji sedî 75ê cezayên vîze û îqameyê hat daxistin
Trump: Eger Netanyahu nebe serokwezîr meyla min nîne ku em bi tenê şerê Îranê bikin
Jineke Efrînî bi hişê çêkirî Mamoste Mîmî afirand